PKKê destê xwe xistiye destê Ereban, Dijayetiya xelkê Şingalê dikin
Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Emîd Simê Boselî dibêje, PKK gelek pirsgirêk ji xelk û îdareya Şingalê re derxistine, destê xwe daye eşîrên Ereb û dijayetiya xelkê Şingalê dikin û wan dêşînin.Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her cihek ku axa Kurdistanê be, em ji destê terorîstan rizgar dikin û vedigerînin ser Kurdistanê. Niha 5 komelgeh li sînorê Şingalê mane ku ew jî bên rizgarkirin. Pilan ji wan re hatine danîn û dê ew cih jî bê ziyan rizgar bibin.”Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “PKK li Şingalê gelek pirsgirêkan ji xelkê re derdixe û astengiyan li pêşiya îdareya wê navçeyê derdixe. Destekî derve li pişt mana PKKê ye li Şingalê, nexazin destê xwe daye eşîrên Erebî ên ku destê wan di karesata Şingalê de hebû û dijayetiya xelkê Şingalê dikin. Pêwîst e di demeke nêzîk de PKK bi birayetî û dilxweşî ji navçeyê derkeve û vegerin cihê ku jê hatine.”