PKK şermezar kirin (Vîdeo)
Li bajarê Kobanî, çekdarên PYD li dijî meşê derketin û êrîş kirin.
Di wê êrîşê de çekdarên PYD sîleh bi kar anîn û agir berdan ser meşvanan.
6 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Çekdarên PYD nexweşxane dorpêç kirin û nehîştin kesek bikeve hundir û derkeve.
Di êrîşê de xortê bi navê Wela Hisî (1995) hate kuştin.
Wî li Tirkiyê li bajarê Entabê jiyana xwe ji dest da.
Welat Hisî 17 salî bû û kurê kesayetiya welatparêz Mihemed Salih Miho bû.
Niha tevlîheviyeke mezin li Kobanî heye û milet PYD û çekdarên wê weke Şebîheyên Baas û Beşar Esed bi nav dike.
Gel di meşê de sloganên weke: (Apocî Şebîhe ne, Gel dixwaze PKK biçe) avêtin.
Şebîhe, kontra ne û ligel rêjîma Sûriyê şerê şoreşê dikin.
Weke tê zanîn hefteya borî zêdetirî 15 hezar kes li Kobanî li dijî PYD meşiya bûn û hebûna wê li herêmê red kiribûn.
Çekdarên PYD bi kincên reş û bi maske, di nava kolanan de digerin û xelkê ditirsînin.
Avesta Kurd