NivîsarRojev

PKK şerê serweriya Kurdistanê dike

Eve demeke taybetî piştê PKKê berê Tirkiye da başûrê Kurdistanê û başûr kir qada şerê xwe û Tirkiye, li başûrê Kurdistanê gelek gund vale bûn, xelkê va gunda ji dev mal û milkên xwe û terîka xwe berdan û çûn bajaran.

Herêm bi temamî bûye qada şer û nişteciyên deverê gelek kêm bûne û heta radeyekî mirov dikare bêje ku nemane. Gelek cara çekdarên PKKê êrîşê hêzên Pêşmergeyan jî dikin û heta hineka şehid û birîndar dikin.

Niha herkesek vê rastiyê dibîne, lê mixabin herkes yan jî aliyên siyasî ji bo hesabên kiçik û  berjewendiyên rojane behsa vê rastiyê nakin û helwesta xwe li gora bejewendiyên xwe didin kifş kirin. Vêca dema li deverekî rastî bê winda kirin, derew, dezenfarmasyon û hile û fehlbazî dibe bingehê siyasetê.

Mixabin tişta niha li başûrê Kurdistanê tê kirin ev e. PKK çi ji PDKê û serweriya Kurdistanê dixwaz e? PKK di daxûyaniyên xwe de dibêje ji bo em şerekî li dijê PDK nekin, dive pêşmerge ji devera em dixwazin derkevin. Ew dever  ne Şirnex yan jê çiyayên Colemêrgêne. Ew dever başûrê Kurdistanê ye gerek di bin serweriya hukumeta herêma Kurdistanê de bin.

Herkes dizane ku,Wek demekî li bakur, li başûr jî PKKê şerê PDK û hêzên din kiriye. Ji roja roj ve PKK ji bo PDK û siyaseta PDKê birûxe siyasetê tevdigere û ev yek armanca wan a serekeye. Eger tu bêjî PDK xiyanetê dike, tu bêjî PDK sixûrê Tirkaye, tu bêjî PDK û Tirkiye ji bo PKKê ji hole rakin di nava komploya de ne. Başe tu çewe behsa diyalog û hevdîtina dikî?

Gerek ji berî her tiştekî PKK bizane ew li ser axa başûrê Kurdistanê nikarin bibin desthilat. Qada xebata wan li bakurê Kurdistanê ye. Ew bi plana Tirkiye ketine başûr û li himber serweriya Kurdistanê dibin tehdît.

Dema pîvajoya qaşo aşitiyê de, mercek ku dewleta Tirk û PKKê li ser li hevkirin ew bû ku, çekdarên PKKê xwe ji bakurê Kurdistanê bidin aliyekî û herin başûrê Kurdistanê. Dewletê bi xwe rê ji wan re vekir û berê wan da başûrê Kurdistanê.

Tirkiye dixwaze PKK li başûr şerê desthilatdariya Kurdistanê bike. Lê PKK berevaciyê vê yekê dibêje û PDK bi hevalbendiya Tirkiye tawanbar dike û herweha cardin berevacî êdia dike ku, Tirkiye û PDK hewl didin PKKê ji hole rakin. PKK vê yekê tenê ji bo hevalbendiya xwe li gel Tirkiye û hêzên dagirkera weşêre û di çerçova planekî de vê propagandeyê dike.

Li devera Şingalê Tirk tunene. Artêşa Tirkiye jî ne li Şingalê ye. Lê çekdarên ser PKKê ve, li gel Heşda Şeibî yani milisên Şie yên di bin bandore Îranê de, hevkariyê dikin êrîşê pêşmergeyan dikin. PKK dibêje em nahêlin Pêşmerge werin Şingale.

KCK di daxûyaniyeka xwe d e dibêje: Bila Pêşmerge xwe ji qada Gerila vekişe û li wan qada tu tevgerekî neke. Ew qadên ku PKKê behsê dike axa herêma Kurdistanê ye.

Biryarên ku di derbarê tevgera Pêşmerge de ne PDK dide. Hukumeta Kurdistanê, wezereta Pêşmege yan jî wezereta navxwe dide. Lê PKK tenê êrîşê PDKê dike û ev ji xwere kiriye armanc. Ev yek jî delileke ku PKK serweriya Kurdiistanê nas nak e û dixwaze vê serweriyê têkbide.

Berdevkê hukumeta Kurdistanê di hevpeyvineka xwe de dibêje: Mebestên siyasî li pişt hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê hene. Wekî hukûmet, nêrîma me ev e ku em dibêjin armanc dijîtiya Herêma Kurdistanê ye. Kîjan hêz an dewlet di vê mijarê de bi PKKê re tevbigere, em wê bi heman rengî dinirxînin. Weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, erka me parastina welat û statuya me ye. Erka Hêzên Pêşmerge jî parastina ewlehiya gel e.

Gerek vê ca kurd di seri de jî medya başûrê Kurdistanê rastiya PKKê û leyiztik û senaryoyên qirêj bibîne. Ev banê ku îro li başûrê Kurdistanê gelê Kurd dihemîne birûxê dê Kurd hemî di bin de bimînin û heviyên Kurda winda dibin.

16.6.2021

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button