Polîtîk

PKK nûnertiya Kurdan nake!

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, beşdarî di bernameya kanala Îngîlîzî ya El Cezîre de kir û behsa rojeva Tirkiye û hewlesta welatê xwe di hinek derbaran de kir.

Kalin amaje bi êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî Sûriyê rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê kir û got:“ Dê terorist bi asmanî yan jî ji bejahiyê bên şopandin. “ Kalin daxûyakirin ku, di destê wan de delîlên zelal hene ku YPG/PYD li pişt êrîşa terorê ya li Stenbolê ye û kesên ku alîkariya terorîstê ku bombe bi cih kiribûn jî hatin binçavkirin.

Kalin dibêje ku, Tirkiye di operasyona li bakurê Sûriyeyê li dar xist de li endamên PKK, PYD/YPG’ê xist û hêzên DYA û Rûsyayê nekirin hedef û wiha berdewam kir: “Helbet em ji wan re dibêjin bila ji van hêmanan dûr bisekinin.  PYD/YPG ji bo xwe biparêze li cihekî ala Amerîkayê û li cihekî din jî ala rejîmê bi kar tîne. Li vir Amerîkî hene, hûn nikarin êrîşî me bikin, hêzên rejîmê li vir in, hûn nikarin êrîşî me bikin. Di van demên dawî de, wan car cara bi rûsan re, her çend bi rêjeyek hindik be jî, ev yek kir. Bi ya min ev yek nîşan dide ku PYD/YPG ji bo hebûna xwe ya li Bakurê Sûriyê rewa bike, hevpeymaniya xwe ya bi Amerîkayê re bikar tîne.”

Kalin li ser daxuyaniyên Washingtonê yên ku dibêjin operasyonên hewayî yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê jiyana leşkerên Amerîkayê xistiye metirsiyê, red kir û got: “Em ê Amerîkî, sivîl, Rûs, Îranî û yên din nekin hedef, em ê peyama xwe bidin. Di serî de endamên PKK, PYD/YPG’ê hedefa mene.”

Di bernameyê de ji Kalin pirsîn: Gelo Rusya û Îranê ji bo operasyona Tirkiye ronahiya kesk pêxist yan na? Kalin di bersiva xwe de wiha got: “Dema ku em bi tehdîda ewlehiya neteweyî re rû bi rû bimînin, em destûrê naxwazin, tenê bi hevpeymanên xwe re hemahengiyê dikin.”

Kalin destnîşan kir ku di çarçoveya peymana ku di sala 2019an de bi DYAyê re hatiye kirin de divê rêveberiya Washingtonê endamên PYD/YPGê 30 kîlometre ji sînorê Tirkiyeyê dûr bixe, lê ev peyman tê binpêkirin.

Beşek din a daxûyaniya xwe de Kalin, bal kişand ser peyamên Serokomar Erdogan ên der barê hevdîtina bi Esad re û got: “Ji bo hevdîtinên bi vî rengî (Erdogan-Esed) planeke me ya lezgîn tune ye, lê Serokomarê me got, “Eger hûn bi berpirsyarî tevbigerin, fikarên ewlehiyê û pêvajoya siyasî çareser bikin. Dê wê demê proseya siyasî pêş bikeve.Ez amade me derfetê bidim eger tiştên wek parastina gelê Sûriyê, dabînkirina aramî û ewlehiya herêmê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê pêk were. Gava bavêjim.“

Beşek din axavtina xwe de Kalin diyar kir ku, HDP di Parlemenyoya Tirkiye de temsîla xwe dike û gel dengê xwe dide HDPê,lê HDP li hemberî PKK’ê helwesteke zelal nîşan nade. Têkiliya HDP’ê ya bi gelek pêkhateyên PKK’ê re tê zanîn, HDP vê yekê red nake û ev yek nîşaneyên pirsê derdixe holê û got, “Ku bêje PKK, HDP an jî YPG-PYD nûnertiya Kurdan dike, ev yek bêrûmetiya li Kurdan bixwe ye.

Kalin got: “Berî her tiştî ez bibêjim ku, PKK nûnertiya kurdan nake, çawa ku DAÎŞ û El Qaîde li ser asta cîhanê nûnertiya misilmanan nakin, PKK jî nûnertiya kurdan nake.”

Back to top button