PKKê duhî di daxuyaniyeka sosret de bang li hêzên Pêşmerge kir ji deverên sînorî û li derdora baregehên wê dûr bikevin!
Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re got, PKKê piştevaniya kurdên Bakûrê Kurdistanê ji dest daye û ketiye nav kirîzeka mezin. Niha jî dixwaze bi rêya çêkirina aloziyê û dijbertiya pêgeha PDKê li Silêmaniyê, hewl bide xwe ji wê kirîzê rizgar bike.
Necat Hesen her wiha got, mafê PKKê nîne bangeka wisa bike û daxwaz ji Pêşmerge bike ji deverên sînorî vekişin. Ev tiştek metirsîdar e. Xwedê bike bi fermana hêzên din li dijî Herêma Kurdistanê neyên gijkirin bi taybet hinek hêzên navxwe yên Kurdistanê.
Wî endamê serkirdetiya PDKê anî ziman jî, PKK niha şer difroşe û dixwaze agirê fitnê pêxe. Lê ev Herêma Kurdistanê bê xwedan nîne û ya gelê Kurdistanê ye, xwedan hikûmet e û ti hêz û îradeyek jî nikare xwe bi ser de bisepîne.
Bi gotina wî endamê serkirdetiya PDKê, PKK gelekî lawaz bûye û hêza wê ya berxwedanê nemaye. Li Bakûr jî piştevaniya xwe ji dest daye. Ji ber wê jî gelekî tengav bûye û dixwaze bi hat û hawara li dijî pêgeha PDKê li Silêmaniyê xwe xilas bike lê êdî destê wan bi xwîna pêşmergeyan sor bûye û nikarin xwe ji vê rizgar bikin.