DosyaRojev

PKK naxwaze dewletek netewe bê avakirin…

Kêşeyek mezin a beşek a civata Kurd heye, taybetî kêşeya tênegihandinê ya beşek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd heye. Tu cara yan rastiya PKKê tê nagihin yan jî dizanin ku PKK çiye çi armanc dane pêşiya xwe, lê naxwazin vê rastiyê bizanin û tê bigihin.

Ji aliyek din ve beşek jî ji bo berjewendiyên rojane pişgiriyekî dide vê siyaseta astenga di rêya dewletbûna Kurdan de peyda dike, lê li gora xwe ew jî pariyekî ji ranta PKK diafirîne werdigirin.

Lêkoliner Alf Beckinsale hinek pirsa ji hevserokên PKKê Cemil Bayik û Besê Hozat dike. Herdu hevserok bersiva pirsên xwe de dijitiya xwe li himber dewletbûna Kurda didin diyarkirin. Hevpeyvîna Bayik Hozat di ANFê de hatiye weşandin. Beşek bersivên wan di derbarê dewletbûna Kurdan de , xûya dike ku PKK bi hemû awayê rêgirê dewletbûna Kurdaye.

Di bersiveka xwe de Hozat dibêje: “ Têgeha dewleta serbixwe, li ser bingeha berjewendiya birjûwaya neteweyî hatiye îfadekirin. Netewe dewlet di rastiya xwe de ne dewleteke serbixwe ye. Ji ber vê jî dê ne rast be ku mirov têgeha Kurdistanê û têgeha dewleta serbixwe bîne ba hev. Ev jî dê were wateya ku mirov vê zext û mêtingeriya çînên serwer ên ku dixwazin li ser neteweyê yekdestiya mêtingerî û zextê ava bike, meşrû normalîze bike. Ji ber vê jî mirov têgeha Kurdistana serbixwe wekî dewleta serbixwe fêm bike, ango Kurdistana serbixwe wekî netewe dewletê binirxîne û wisa bifikire ku heke dewleteke serbixwe pêk were wê serxwebûn pêk were, gelekî şaş e. PKK Kurdistaneke azad, serbixwe û demokratîk dixwaze” lê ew wê wekî netewe dewlet û dewleta serbixwe nanirxînin.”

Berdewamiya bersivên xwe herdu hevserok ji bo serxwebûna Kurdistanê dibêjin: “ Rêber Apo Kurdistaneke xweser a ku xwe dispêre civaka azad û demokratîk dixwaze. Li Rojhilata Navîn bêyî ku sînorên dewletan biguherîne, xwestina Kurdistana konfederal a demokratîk ku her çar parçeyên Kurdistanê têkiliyên siyasî, civakî, çandî û ekonomîk bi hev re datînin, wekî azadbûna herî rast û yekîtiya neteweyî dibîne. Dewletbûn û Kurdistana yekgirtî dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û ji ber ku dê nikaribe pirsgirêkê çareser bike, rast nabîne, ji aliyê din ve jî ji ber ku ev tişt wê neteweyê azad, demokratîk û serbixwe neke, wan jî rast nabîne. Diyar dike ku ev tişt dê gelê Kurd û Kurdistanê ji  rastiya Kurdistana demokratîk û serbixwe dûr bixîne”

PKK û rêberê PKKê bi hemû dîtinên xwe de vekirî didin xûyakirin ku ew li dijê serxwebûna Kurdistanê ne. Lê keşe ewe ku beşek kurdên ku dewletbûna Kurdistanê diparêzin pişgiriya siyaseta PKKê dikin. Ev yek jî delileke ku xelkek ne li gora bîr û baweriyên xwe siyasetê dike û berjewendiyên kesayetî têxin pêşiya bîr û baweriyên siyasî.

6.10.2021

Nêrîn/Şirove

Back to top button