PolîtîkRojev

PKK li Rojava û Başûr û Rojhilat xirabkariyê dike

Serkirdeyekî PDKê bersiva berpirsekî PKKê da û ragihand, dema wê hatiye rûreşiyên ku PKKê li Başûrê Kurdistanê kirine, bên eşkerekirin û riswakirin.

Endamê serokatiya PKKê Mistefa Qeresû êrişî Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye, qaşo kêr gihîştiye hestî û êdî tehemula wan nemaye.

Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re got, PKK mêvanekî bê merêz e li Başûrê Kurdistanê. Qeresû dixwaze Başûrê Kurdistanê tehdîd bike. Gelo bi çi heqekî vê yekê dike! Ew çima naçin berevaniyê li Bakûr bikin?!

Necat Hesen her wiha got, çekdarên PKKê xelkê Başûrê Kurdistanê gij dikir da ku daristanên Tirkiyê bişewitînin, di bin re jî bi fermana îstixbarata dagîrkeran nîgeraniya xwe nîşan dida. Li Silêmaniyê bûne hemdestê îstixbarata dagîrkeran û bi neheqî sê serkirdeyên xwe li Guwêje îmha kirin. Gelek caran tiştên wisa kirine, vêca niha jî hatine xwe li ser serê me qehreman nîşan didin. Hûn carê dest ji terorkirina berpirs û endamên xwe berdin, paşê behsa Pêşmerge bikin. Hûn li Şingalê bûne hemdestê îstixbarata Iraqê û we Şingal kiriye navenda îstixbaratên deverê. We bi dehan keç û xort revandin û birin Qendîlê. Gelo we ji hikûmetê re got!

Wî serkirdeyê PDKê di berdewamiya axaftina xwe de got jî, PKK li nav Hewlêrê mirovan teror dike û li Silêmaniyê sîxuran li dû xelkê datînin û gefê li neyarên xwe dixwin. Eve em in li hember we sebr û tehemul dikin nek hûn. Hûn li Rojava û Başûr û Rojhilat xirabkariyê dikin û kurdan didin kuştin û sîxuran li dû wan dixin.

Bi gotina wî endamê serkirdetiya PDKê, ew fermandeyê PKKê yê ku beriya niha li çiyayê Metîna teslîmî Pêşmerge bibû, gelek tiştên veşartî yên PKKê eşkere kirine loma PKK niha nizane çawa wan gemarên xwe pîne bikin, nizanin çawa şehîdkirina pêşmergeyan veşêrin. Divê teslîmî dadgeha gel bên kirin.

Back to top button