Civak

PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye pirsgirêkek mezin

Berpirsê liqê 26ê Gulan a Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li devera Balekayetiyê dibêje, PKK bûye pirsgirêkek mezin ji bo Herêma Kurdistanê û ji ber wê yekê gelek ziyan gihandine navçeyên ser sînor, ku ji ber wan bi sedan gund vala bûne û dibe ku gelek gundên din vala bibin.

Serokê Liqê 26 Gulan a Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Balekayetiyê Kirmanc Izat, ragihand ku hebûna PKKê pirsgirêkek mezin e ji ber ku ew hevahengiyê ligel Hikûmeta Kurdistanê nake. Ji ber wan gelek ziyan gihaye navçeyên ser sînor û bi sedan gund vala bûne û dibe ku gelek gundên din jî vala bibin.

Kirmanc Izat, bi berdewamî got: ”PKK hincetê dide dewletên cîran ku axa Herêma Kurdistanê bombebaran bikin. Armanc û pêşeroja PKKê ne xuya ye. Qaşo ji bo Bakurê Kurdistanê xebatê dikin, li Qeredax tonêlan dikolin û xelkê perwerde dikin ku çawa 6 mehan di bin erdê de bimînin.”

Kirmanc Izat herweha got ku ”PKK bûye barekî giran li ser Herêma Kurdistanê û rê li ber avadankirina gundan û xirabûna rewşa aborî ya xelkê Kurdistanê û şewitandina zevî û baxçeyên welatiyan dikin, ku li devera Dolî Bilind 14 gund hatine valakirin û herwiha gelek xelk ji ber wan newêrin vegerin ser gundên xwe. Armanca PKKê tenê ew e ku zirarê bide gelê Kurd.”

Back to top button