PKK dixwaze Şingal û xelkê Şingalê ji hev veqetîne
Tişta ku îro PKKê dike, xizmeta yekrêziya gelê kurd û jihevnêzîkbûna aliyên siyasî nake, lê belê dibe sedema nakokî û fitneyê di navbera aliyên siyasî û hatina destê derve bo nav karê Herêma Kurdistanê, ku ew jî ne di berjewendiya neteweya kurd de ye. Herwiha PKK bê ku tu hesabî ji desthilata rewa ya navçê re bike, her roj û li Şingalê karekî nerewa dike, ev yek jî kurdên êzîdî dilgiran dike.
Çavdêr û aliyên siyasî dibêjin: “PKK bo berjewendiya xwe kar dike, ne ji bo berjewendiya giştî ya neteweya kurd e. Ev karê PKKê nayê qebûlkirin û divê di demeke nêzîk de were agahdarkirin, eger neyê rawestandin, dê Şingaê û xelkê Şingalê bi aliyeke nediyar de bibin û ew yek jî dê di pêşerojê de bi xerabî li ser PKKê were hesabkirin.”
Şirovekarê siyasî, Mistefa Şefîq wiha got: “Ew rewşa li Şingalê tevlihvî û nakokî dirust kiriye, mebesta PKKê ji avakirina kantonê û vekirina dibistanên xwe li Şingalê ji bo wê yekê ye ku hêzeke wan li Şingalê hebe, ji ber ku ew kiryar ne di berjewendiya xelkê Şingalê de ye û tenê bo mebesta xwe ya siyasî ye. Xala duyem jî ew e ku di dema ketina Şingalê de, gellek aliyan siyasî li dahola kêfxweşiyê didan ku PDK û kurd rastî şikestinê hatine, ku dixwestin wî tiştî hemû li ser PDKê bikin mal, lê berevajî wê jî, piştî demeke kurt bi deblomasîteke bihêz hemû tişt vegeriyan wek berê û serkeftineke mezin bi dest hat, ku hinek alî di wê baweriyê de bûn ku rewşeke nû li Şingalê dê ava bibe û hemû serweriyên Şingalê li ser navê xwe binivîsînin, ku hemû aliyan dixwest li ser hesabê PDKê wan tiştan bikin, lê xelkê Şingalê rê li ber wan girtin, ku dixwestin Şingal û xelkê Şingalê ji hev dûr bikin. Lewma ew tişta ku niha PKKê li Şingalê dike tu encamên baş jê dernakevin, ji ber ku li Şingalê desthilateke rewa heye, herwiha Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê heye. Bê ku tu hesabekî ji desthilatê re bikin bi wan karan radibin. Çalakiyên PKKê ji aliyê Hikûmetê ve nayên qebûlkirin divê di demeke nêzîk de were agahdarkirin, eger neyê rawestandin, dê Şingaê û xelkê Şingalê bi aliyeke nediyar de bibin û ew yek jî dê di pêşerojê de bi xerabî li ser PKKê were hesabkirin.”
Mistefa Şefîq wiha domand: “Pêwîst e PKKê li ezmûna xwe ya borî binere, ji ber ku dîroka PKKê li Herêma Kurdistanê bo salên 80an vedigere, bi taybetî li wî sînorê ku PDKê tê de ye, her lewma hatina wan bo wan navçeyan bi hevkarî û piştevaniya PDKê bû, lê mixabin ew di setratîjiyeke din de kar dikin, li her parçeyekî bin, ew bo bihêbûna xwe kar dikin, ne ji bo berjewendiya giştî.”
Herwiha çavdêrê siyasî Osman Ocalan jî wiha dibêje: “Niha Kurdistan di rewşeke taybet de ye, dagîrker berdewam hewl didin ku desthilata kurdî lawaz bikin, da ku tu demê kurd nehihên mafên xwe yên rewa, lê desthilata kurdî li Başûrê Kurdistanê berevajî roj bi roj ber bi pêşve diçe. Başûr niha wek welatekî pêşketî ye, destdirêjî û destêwerdana PKKê di karê Başûrê Kurdistanê de wek dagîrkirinê ye. PKK dixwaze desthilata Kurdistanê lawaz bike, ku ew hemû kar bo berjewendiya wê ye. Herwiha PKKê li ser sîstemekê diçe ku naxwaze kurd bibin xwedî dewlet û ew kurdên di bin destê wê de dijîn azad bibin. Sîstema kantonan, sîstema dagîrkariyê, sîstemê kanton nikare mafê kurdan bi dest bixe, lê belê kurdan ber bi paş ve dibe. Ew sîstema ku PKKê dixwaze li Şingalê birêve bibe, sîstemeke ne dirust e û tişteke pir xerab e û kurdan lawaz dike. Vekirina wan dibistanên neyasayî û sîstema kantonan xizmeta Hikûmeta Iraqê dike, ne ya Herêma Kurdistanê.”
Hevdem, Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Xazî Hesen wiha got: “Şingal navçeyeke girîng û setratejîk e. Pêwîst e her karek li wê navçeyê bi rêya Hikûmeta Kurdistanê be û her karek li derveyî desthilata hikûmetê were kirin, nayê qebûlkirin. Mebesta PKKê ji wan karan tenê bo meramên siyasî ne û kontrolkirina wan navşeya ne, lê ew pêngavên wan bi tu awayekî nayê qebûlkirin û ser jî nagire.”
Xazî Hesen wiha domand: “Tişta ku niha PKKê dike dibe sedema nakokiyên siyasî û hatina destê derekî bo nava Herêma Kurdistanê, ku ew jî ne di berjewendiya neteweya kurd de ye, lewma pêwîst e PKKê li şûna ku wan karan dike, bila destê alîkariyan dirêj bike û kar bo nêzîkbûna ligel aliyên kurdî bike.”
Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Muslih Receb Akreyî wiha got: “Wek partiya me, em ne ligel wê yekê ne ku tu siyasî dest bixe nava karê Herêma Kurdistanê û dest bi avakirina kantonan û vekirina dibistanên xwe yên neyasayî û veqetandina Şingalê ji Herêma Kurdistanê bike. Eger PKK dixwaze xizmeta gelê kurd bike, bila li Bakurê Kurdistanê karê siyasî xwe bike û destê birayetî bo aliyên siyasî yên kurdî dirêj bike, ne ku dijayetiya gelê kurd gelê kurd bo meramên xwe bike. Tişta ku niha ew li Şingalê dikin, ne di berjewendiya gelê kurd de ye, lê belê di berjewendiya dijminê gelê kurd de ye. Bila Serkirdeyên wê partiyê di serî de xwe fêrî zimanê kurdî bikin û piştre behsa serweriyên kurdî bikin, lewma em bi hemû awayekî wan destêwerdanan red dikin û li dijî wan in.”(kdp,info)