PKK bûye bela serê xelkê Şingalê.Bila ji Şingalê derkevin
Berpirsên îdarî yê bajarokê Şingalê behsa wê yekê dikin ku ev demek e ew hest bi metirsiya bombebarana balafirên Tirkiyê ji ber PKKê dikin. Herwiha tekez dikin ku xelkê Şingalê rastî tirseke mezin hatine û daxwaza derxistina PKK ji navçeya xwe dikin.Endamê Encumena Şingalê Meyser Hecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî wan êrişên Tirkiyê li ser navendên PKKê li Şingalê, xelk rastî tirseke mezin hatine, ji ber ku cihê aram li cem wan Çiyayê Şingalê bû û niha ew jî ji ber PKKê tê bombebarankirin. Navendên PKKê di nava xelkê Şingalê de ne, cihê dilxweşiyê ye ku vê carê ew xelk ji êrişê rizgar bûn û ti ziyan negihîşt wan.”Hecî wiha got: “Ev demek e ku ji ber hebûna PKKê me hest bi êrişa balafirên Tirkiyê dikir û gelek caran jî daxwaz ji wan dihat kirin ku ji navçeya Şingalê derkevin, lê wan guh nedida me û niha jî em daxwaz ji wan dikin ku ji Şingalê derkevin, ji ber ku eger dernekevin emê rastî metirsiyên mezintir bibin.”Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê nûnerên kurdên Êzdî li Şerfedîn civiyan û daxwaz ji PKKê kirin ku ji Şingalê derkeve, ji ber ku me hest dikir ku Tirkiye dixwaze li Şingalê bide, lê dîsa jî ew li ser mana xwe rijd bûn û niha PKK bûye bela serê xelkê Şingalê.