Derbarê hewlên PKK bi derxistina şer ligel Hêzên Pêşmerge, Qayimeqamê Şingalê dibêje, PKK bi fermana Nûrî Malikî şerê Pêşmerge dike û Şingal ne cihê PKKê ye û divê zû ji navçeyê derkevin.Mehma Xelîl Qayimeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê çekdarên PKKê li Xanesorê êrişî ser Hêzên Pêşmergeyên Roj kirin. Diyar e ew şer bi fermana Nûrî Malikî bûye.”Xelîl wiha got: “Kurdên Êzdî bi ti awayî hebûna PKK li Şingalê qebûl nakin û Şingal ne cihê wan e ku pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê û Şingalê re derdixînin, lewma jî em bi ti awayekî qebûl nakin PKK sivkayetiyê bi pîroziyên me bike.”Qayimeqamê Şingalê ragihand: “Em rastî karesateke mezin hatine û em rê nadin ji ber berjewendiyên derve, PKK Şingalê rastî karesatekê bike û rê ji Malikî re veke ku bi Şingalê bilîze.”Pisporek di warê siyaseta PKKê de, zêdetir tekez li ser gotinên Qayimeqamê Şingalê dike û ji malpera KDP.info re dibêje: “Ew karê ku çekdarên PKKê îro kirin, piştrast dikin ku ew çeteyên navdewletî ne û berdewam amade ne xwe bixin xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdistanê.”Wê çavkaniyê wiha domand: “Wezareta Pêşmerge nêta rastî ya Pêşmerge diyar kir ku ew şer naxwazin û erkê wan ê sereke ternê parastina axa Kurdistanê ye, lê ji ti alî û hêzekê qebûl nakin ku rê li pêşiya tevgera wan li nava Başûrê Kurdistanê bigire. Her tişt ji me re eşkere dike ku PKK ji destpêka hatina xwe ji bo derxistina nakokî û pirsgirêkan hatibû Başûrê Kurdistanê.”
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close