PKK bi çalakiyên şas rê ji dewleta Tirkiye re xweş dike
Daxûyaniya hevbeş a PSK û PAKê:
Ji medyayê û ji raya giştî ra
Heta ku kurd û Kurdistan azad nebin ne mimkûn e li herêmê aştî û îstîqrar were
înşakirin. Li welatê me, li herêmê, li dinyayê, em ji demeke bûyerên girîng diqewimin derbas
dibin. Vîrusa koronayê di demeke kin da li seranserê dinyayê belav bû û gihîşt nuxteyeke ku
pêşeroja însanan tehdît dike.
Mirinên ji ber vîrusa koronayê gihîştîye nêzî milyonekî û jimara kesên ev nexweşî di
wan geriyaye hema hema gihîştiye 20 milyonî. Ji ber vê epîdemiya heta nuha emsalê
wê tuneye, dinya kirîzeke aborî ya cidî dijî, bi milyonan însan ji karên xwe bûn û tevî
ordiya bêkaran dibin.
Netîceyên epîdemiya koronaya ku dinya daye ber xwe li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û li
herêmê gihîştiye nuxteyeke hîn bi tahlûke. Îktîdara AKPê, ji dêlî ku li hemberî vê epîdemiyê
programeke micadelê ya berfireh amede bike, siyaseteke ku ji bo pêşeroja îktîdara xwe biparêze dimeşîne.
Ji ber siyaseta îktîdarê ya rojane û bêîstîkrar mirinên ji ber vîrusa koronayê her roj
zêde dibin, însan her roj zêdetir bi vê nexweşiyê dikevin.
Li Kurdistanê gelê me li hemberî vîrusa koronayê terkî qedera xwe hatiye kirin. Ji ber
zêdebûna nexweşê koronayê li nexweşxaneyan cîh nayê dîtin, însan ji îmkanên
tedawiyê mahrûm mane.
Li welatê me yê birçîbûn û feqîrî lê pir zêdeye, ji nuha da bi milyonan însanan karên
xwe wenda kirine û mahkûmî birçîbûnî û hejariyê bûne.
Bi gotineke din ji ber vê epîdemiyê jiyana gelê me di bin xetereke mezin da ye. Divê
em xisarên felakate korona bûye sebeb kêm bikin.
Di vî warî da tiştê were kirin dibê gelê me bi şiklekî organize, bi zanîn û bi berpirsiyarî
li qaîdeyên hîjyenê miqate be, rîayetê qaîdeyan bike û ji qelebalixên zêde dûr keve.
Odeyên Tabîban di serî da, dibê rêxistinên meslegî û siwîl û siyasî dest bidin hev û li
hemberî epîdemiya koronayê seferberligê îlan bikin. Ji bo sihet, kar û jiyana civatê
divê zextê bidin ser hukûmetê.
Di demeke ku dinya, welatê me û herêma me di bin tehdîda vîrusa koronayê da ye, li
Tirkiyê hukûmeta mewcûd li hemberî gelê me şerekî mezin dimeşîne.
Dewleta Tirkîyeyê îro di mesela kurdû Kurdistanê da di her warî da li hemberî kurda
siyaseteke nîjadperest, şoven û êrîşkar dimeşîne.
Tabele û îşaretên kurdî tên qedexekirin, beşên kurdî yên di zanîngehan da
bêfonksiyon tên hîştin mamosteyên kurdî nayên tayînkirin.
Dewleta Tirkîyeyê careke din li gelek herêmên Kurdistanê daristanan dişewitîne.
Dozên girtinê yên di heqê partiyên bi navê Kurdistanê da hatine vekirin, li hemberî
tevgera kurd ya netewî wek Şûrê Demokles tê bikaranîn, mafê azadiya fikrî, xwe
îfadekirinê û xwe organîzekirinê ji ortê tê rakirin. Tevgerên leşkerî yên ku bênabên
têne meşandin li Kurdistanê jiyan kiriye dojeh. Rojek bêyî operasyonên siyasî, girtin û
tewqîfat derbas nabe.
Dewleta Tirkîyeyê êdî ne bakurê welatê me tenê, Kurdistan bi tevayî daye ber xwe û
êrîşê dibe ser.
PKK, Parlamentoya Kurdistanê, hukûmetê û serokatiya meşrû, biryar û îradeya wan
paş guh dike, ji nedî ve tê û bi faalîyetên xwe yên li Kurdistana Başûr zirarê dide
destkeftîyên Başûrê Kurdistana.
PKK bi çalakî û tevgerên xwe yên şaş yên li başûrê Kurdistanê, rê ji êrîşên Dewleta
Tirkîyeyê re xweştir dike, Dewleta Tirkîyeyê jî hebûna PKKê ji xwe ra dike bahane û
sebebekî êrîşên xwe.
Êrîşên Deleta Tirkîyeyê yên li hemberî Herêma Kurdistanê hereketeke dagirkeriyê ya
eşkereye. Di van êrîşên Tirkiyeyê da gelek kesan jiyana xwe jidest dane, gelek gund wêran bûne, bi
hezaran însanî ji mecbûrî cîh û warên xwe terikandine. Bi van êrîşan, Dewleta Tirkîyeyê dixwaze
Herêma Kursdistanê bêîstêkrar bike û zirarê dide destkeftîyên dewleta federe.
Divê li hemberî vê nêta Dewleta Tirkîyeyê ya dagirker helwest bê girtin. Hukûmeta
Herêma Kurdistanê, aktorên siyasî û hêzên civatê hemû divê li hemberî van êrîşan
dengê xwe bilind bikin.
Hukûmeta Îraqê, Dewletên Ereban, Neteweyên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpayê, NATO û
hêzên navnetewî yên têkildar, divê êdî li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê şêla xwe baş
zelal bikin.
Dewleta Tirkîyeyê, dewletên herêmî gişt û hêzên navnetewî, PKK û hemû hêzên
leşkerî , divê rêzê li hebûn, biryar û îradeya fermî û meşrû ya Parlamento, Hikûmet û
Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên xwe yên antî kurd û dagirker dimeşîne. Ji
Efrîna di bin dagirkeriya Dewleta Tirkîyeyê da ye, însan tên revandin û tên kuştin,
dest didin ser mal û milkên kurdan, kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin,
dewlemendiyên herêmê tên talankrin û dizîn.
Ji bo ku dawî li vê zulmê, şêlandinê û dagirkeriyê were, hewcedarîya kurdan bi
yekîtiya netewî heye.
Li Rojavayê Kurdistanê di navbeyna ENKSê û PYNKê da , li ser esasê Mutabaqata
Duhokê ya sala 2014an hewildaneke tifaqê destpê bûye û ev hewldan hêvîdar e.
Partiyên di yên li derveyî ENKSê û PYNKê jî beşdarî vê tifaqê bibin ewê yekîtiya
netewî, demokratîk qewîtir bibe. Li rojavayê welatê me serkeftina gelê me ancax bi
yekîtiyeke saxlem û bi alîkariyeke aktîf ya navnetewî mimkûn e.
Heger îktîdara siyasî ya Dewleta Tirkîyeyê, îro li Lîbyayê, li Derya Sipî, li Egeyê, li
Kafkasan siyaseteke hişk û êrîşkar dimeşîne, ji sebebên herî mezin yê ku cesaretê
dide Dewleta Tirkîyeyê yek jî bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî Tirkiyê ye;
dema Tirkyê bêfutûr êrîşî kurdan kir van hêzan li hemberî Tirkiyê bêdeng man. Di vî
warî da divê zêde dereng neyê mayin. Civata navnetewî, di serî da jî Neteweyên
Yekgirtî divê bendekê bikşînin ber emelên Dewleta Tirkîyeyê yên êrîşkar û dagirker.
Em bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin, divê siyaseta xwe ya şer û antî-kurd biterikîne, bi
hemû partiyên kurdan ra rê li ber çareseriyeke siyasî, demokratîk veke.
Em bang li PKKê dikin, divê dev ji vê şîdeta ku zirarê dide gelê me, dev ji van
tevgerên çekdarî berde.
Partiyên me, , îdamkirina xortên kurd yên ji alîyê Dewleta Îranê ve , siyaseta îmhayê
ya ku Dewleta Îranê li li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî gelê me dimeşîne, êrîşên wê
yên leşkerî şermezar dike.
Hemû pêşketinên li herêmê û dinyayê mesela kurd û Kurdistanê aktuel kiriye. Heta
ku miletê kurd negihîje azadiya xwe, heta ku gelê me li welatê xwe Kurdistanê xwe
îdare neke, ne mimkûn e li herêmê aştî, demokrasî û zemîneke adîlane peyda bibe.
Gelê me bi tecrûbeya xwe ya ji dîrokê tê û bi zanîna xwe, heta ku bigihîje azadiya
xwe, ewê têkoşÎna xwe bi ezmeke mezin bidomîne. Ji bo vê jî di serî da wezîfe
dikeve ser milên hêzên netewî. Berê li her perçeyî dibê hêzên welatparêz hêzên xwe
bi yek in, di eyn wextê da jî dibê li tevahiya Kurdistanê hêzên azadîxwaz giş ji bo ku
destkeftiyên hene biparêzin, jibo rêya zadîyê xurtir bikin, di nava hevkariyê da bin,
destegê bidin hev, alîkariya hev bikin, bi hişmendîyeke netewî, niştimanî tevbigerin.
Em divê qet bêhêvî nebin.
Emê miheqaq qezenc bikin.
18.08.2020
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan), PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)