PKK berê ciwanan dide Başûr
Li gora nûçeyên rojnameyên Tirkî, piştî pêvajoya devjêberdana çekan destpêkirî. Gelek kes tevlî PKKê dibin. Li gora Rojnama Zaman di van 3 mehên dawî de 2 hezar kes tevlî PKKê bûne. Herweha ta ragihandin ku ji van 850 kes xwendevanên zaningehê ne.
Herweha tê gotin ku PKK ji bo vê yekê propangandeyek bi zanebûn dike û hewldide xelkek tevlî xwe bike û berê wan bide Başûr. Kesên tevlî PKKê dibin di cih de berê wan didin Kurdistana Başûr devera Qendîlê.
PKK vê propagandayê dike: Hun tevlî çelakiyên PKKê bûne. Ji bo van çalakiyan polis li we digere. Dê hunê bêne girtin û bikevin zindanê de. Xwe newestinin ji xwe hunê niha herin Qendîl û pişre vegerin bibin berpirs di kar de.
Herweha tê gotin ku malbatên hinek zarokên ku PKKê birîn Başûr giliya wan li ba polisan kiriye.