Polîtîk
Piştî Îranê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye dike
Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê berî nîvroya doh li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê çûbû Komara Îslamiya Îranê û li wir li gel çendîn berpirsên bilindên wî welatî civînan li dar xist.
Serdana Barzanî ya Îranê li ser vexwendineke fermî ya Îranê bû û li vê serdanê da li gel berpirsên bilindên wî welatî behsa pêvajoya Iraqê kirin.
Heman demî de li gor zanyariyan piştî serdana Îranê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye dike û li gel berpirsên bilindên wî welatî jî civînan li dar dixe û behsa rewşa Iraqê dike.