Piştî hilbijartinên herêmî rapirsînek balkêş!
Dezgehê Lêkolînê ya Optîmar piştî hilbijartinan di navbera 2-5’ê Nîsanê de li ser 2 hezar kesî rapirsînek pêk anî. Ji welatiyan gelek pirs hatin kirin. Pirsek ew bu ku, kî wê aboriyê çareser bike? Ji bo çi hûn neçûn ser sindoqan? Û hinek pirsen din hatin kirin.
Pirs: Li gorî we pirsgirêka herî girîng a îro li Tirkiyeyê çi ye? Xelkê ku bersiv dayîn ji sedî 60,6 dibêjin pirsgirêka yekem ekonomiye. Li dû wê Sûriyeyî û koçberên neqanûnî bi sedî 6Pirsgirêka duyem jî dibêjin ku, hemwelatiyên Suriye yên wek penaber û rewşa penaberan giştiye li Tirkiye.
Pirs: Li gor we kî dê vê pirsgirêkê çareser bike?” Bersiva pirsê encamên herî balkêş ên ku heya niha hatine wergirtin dihewîne. Ji sedî 24,3 ê beşdaran bersiva CHPê dan, rêjeya kesên ku dibêjin AK Partî ji sedî 20,2 ket rêza duyemîn de ye.
Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan di salên dawî de di asta herî nizim de bû û ji sedî 78 bû. Ji bo vê jî di rapirsînê de pirsa çima xelk neçûne ser sindoqan jî hatiye kirin. Kesên ku gotin “Ev berteka partiya min e” ji sedî 34,9 di rêza sêyemîn de, ji sedî 20 ji AK Partiyê re bertek, yên ku gotin “Ji ber ku ez bêbiryar bûm” bi sedî 19,8 di rêza sêyemîn de cih girt. Ji kesên ku gotin ji ber bertek nîşanî namzetan dane û neçûn ser sindoqê ji sedî 14,6 bû.
Ji beşdaran hat pirsin: Li gorî we peyama herî bingehîn a hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê çi ye? Dema hat pirsîn bersiva ewil AK Partiyê ji sedî 33,3 hat dayîn. Piştî wê krîza aborî bi ji sedî 21,5 tê. Guhertina rêveberiyê bi rêjeya ji sedî 19,5 di rêza sêyem de ye û kesên teqawîtbûyî bi ji sedî 5,5 di rêza çarem de cih digirin. Serkeftina CHPê bi rêjeya ji sedî 0,8 ya dawî tê.