Polîtîk

Piştî çûyîna Pêşmerge, Kobanî hat rizgarkirin.

Li Parlementoya Tirkiye de ji bo Doza Kobanê DEMê pêşniyarek radestî serokatiya Parlementoyê kir. Bi vî awayî di derbarê Kobanê de partiyên siyasî dîtinên xwe gotin û dawiyê de jî pêşniyara DEMê hat red kirin.

Dema partiyên siyasî behsa azadkirina Kobanê û rewşa wî demî ya kobanê kirin, taybetî parlementerên DEMê behsa rolê Pêşmergeyan nekirin. Her cardin hewl dan ku, peopagandeya partiya xwe bikin . Partiyên din jî dema behsa rewşa kobanê kirin û helwesta xwe di derbarê bûyerên ku 6-8ê Oktoberê de dan kifşkirin û axavtinên xwe kirin.

Di parlementoyê tenê axavtina parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarîoglu balkêş bû. Tenê Ensarioglu behsa rolê Pêşmergeyên Kurdistanê di azadkirina Kobanê de kir.

Galip Ensarîoglu di axavtina xwe de got:

“Di pêvajoya çareseriyê de me hewldida ku, berdana çekan pêdiviyeke û divê bi rûya akilmendên welat û hinek dezgehan hukumet bê iknakirin ku, hinek gav bêne avêtin. Daxuyaniya min a liwî demî ji bo balkişandina girîngiya siyaseta demokratîk bû. Bi gotineke din, eger li Tirkiyê yekî rêbaza lêgerîna mafên xwe çek hilgirtinê de bibîne, bi tundî û rûya êidetê bi karbîne nabe. Ji berî her tiştekî divê dawî li şîdetê bê. Divê tu kes rêyên tundiyê bikar neyne, bi diyalogê û metoden demokratik siyasetê bike. Çi rêxistin dibe bila bibe, eger çekan deynin, siyaseta demokratîk weke rêbazekê qebûl bikin, ev dibe rûya çareseriyekî. Di wê demê de me ev tişt digotin. Gerek xavtinên me di wî demî de li gora wî demî bêne nirxandin.

Ez li ser gotina xwe ya wê rojê disekinim, ev ne tiştekî sûcdar e, divê her gotinek di dema xwe de were nirxandin. Helbet nirxandina mijara Kobanî û cezayên ku di mijara Kobanî de hatine dayîn cuda ye.

Lê bi paşguhkirina kiryarên hikûmeta wê serdemê û AK Partiyê em behsa mijara Kobanî bikin nabe ev jî mijarek cudaye. Ger Tayîp Erdogan nebûya Kobanî rizgar nedibû, bila kes poşman nebûya. Pêşniyara şandina leşkeran kir, hun (Behsa DEMê dike) li dijî şandina leşkeran bûn, we got bila leşker neçin Kobanê, Tayib Erdogan got: Eger pêwîst bike ez ê leşkeran bişînim. Îradeya Tayyîp Erdogan e ku piştre Pêşmerge bi çekên giran şandin wir. “Piştî çûna Pêşmerge, Kobanî hat rizgarkirin.”

Back to top button