Li gor anketa televîzyona ARD a Alman, tenê ji sedî 19ê welatîyan ji xebatên hikûmeta koalîsyonê kêfxweş in. Li gor piranîya welatîyan pirsgirêka herî mezin a welêt aborî û koçberî ye.
Encamên nû yên anketa DeutschlandTrend, ku lêkolînan li ser meylên siyasî yên welatîyan dike, hatin eşkerekirin. Ji beşdaran hat pirsîn ku ew çiqasî ji karê hikûmeta hevpeymanîyê razî ne. Li gor vê yekê, tenê ji sedî 19ê welatîyan ji karê hikûmeta koalîsyon a ku ji Partîya Sosyal Demokrat (SPD), Partîya Keskan û Partîya Demokrat a Azad (FDP) pêk tê, “gelek memnûn” an jî “memnûn” in.
Ji alîyê din, ji sedî 79ê beşdarên lêpirsînê ev pir wek “pir ne memnûn” an jî “qet ne razî” bersivandin. PIRSGIRÊKA MEZIN YA WELÊT ÇI YE? Ji beşdarên anketa DeutschlandTrend hat pirsîn ku pirsgirêka herî mezin a li welêt çi ye?. Ji sedî 28ê beşdaran aborî wek pirsgirêka herî mezin, ji sedî 26 jî koçberî wek pirsgirêka herî mezin bi nav kirin.
Li gor lêkolînê, di mehên dawî de ev her du mijar di çavên welatîyan de girîngîyek zêdetir bi dest xistine. Di anketa ku di meha Nîsanê de hat kirin de ji sedî 7ê welatîyan gotin ku ew aborîyê wek pirsgirêk dibînin lewma ji sedî 21 zêdebûn heye. Rêjeya kesên ku koçberîyê wek pirsgirêk dibînin ji meha Nîsanê û vir ve ji sedî 7 zêde bûye.