Civak
Pişt 8 salan peyamên bi Kurdî hatin dan
Piştî salan ji hesabê X ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku ji aliyê Partiya DEMê ve hatibû girtin, yekem peyama Kurdî hat parvekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya ku 2 serdeman qeyûm tayînî wê hat kirin, ji sedî 64ê dengan bi dest xist. Hevserokên Giştî yên DEMê Serra Bucak û Dogan Hatun bi wergirtina belgeya hilbijartinê dest bi kar kirin. Tayînkirina Bucak û Hatun bi peyamek Kurdî û Tirkî li ser hesabê medya civakî ya şaredariyê hat ragihandin. Piştî 8 salan li ser hesabê medya civakî ya şaredariyê peyamek bi Kurdî hat parvekirin.
Piştî bidestxistin û birêvebirina şaredariyê wê şaredarên nû ji bo çand û zimanê Kurdî çi plan û projeyan têxin jiyanê hê ne kifş e.