Polîtîk

Sedema eşkerekirina pêwendiya di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de

Pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de Mistefa Şefîq ragihand ku, eşkerekirina hebûna rêkeftina di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de bo wê yekê ku PYDê nêzîkî Amerîka nebe, lewma niha rêjîma Sûriyê wê rêkeftinê eşkere dike, da ku ji Amerîka re bêje ew di destê min de ne.”Wî pisporê di warê karûbarê Rojavayê Kurdistanê de ragihand: “Ev demek e em behsa wê yekê dikin ku PYDê beşek e ji rêjîma Sûriyê û şaşîtiya wan ew e ku rêkeftina stratejîk ligel rêjîmê îmze kirine û ev 4 sal e ku berdewam e û helbet niha li Rojavayê Kurdistnê bûne desthilata defakto, lewma nikarîbûn ligel kurdan rêk bikevin. Xweska nerastba ku PYDê beşek e ji rêjîmê, ji ber ku pêwendiya xwe ligel kurdan qut kiriye û xwe bi rêjîmê ve girê daye.”Mistefa Şefîq wiha got: “Pirsa eşkerekirina vê tişta veşartî ji aliyê rêjîmê ve ku PYDê beşek e ji rêjîmê, mebesta wê heye ku ew jî ew e ku PYDê hinekî nêzîkî Amerîka bûye, lewma rêjîm dixwaze bêje PYDê di destê me de ye û belge jî hene, ev yek hişyarî ye ji rêjîmê bo PYDê.”Derbarê gotinên Hevserokê PYDê Salih Muslim ku gotiye wan daxwaza dewleta kurdî nekiriye û daxwaza wê nakin jî, Mistefa Şefîq got ku, ew gotina Muslim rast e û ew daxwaza dewletê nakin û nave wan PYDê ye û ti pêwendiya wan bi Kurdistanê ve tune ye û herwiha wan gotinan di bin guvaşa rêjîmê de dibêjin.Wî pisorî wiha domend: “Tişta ku PYDê dike metirsî ye li ser pirsgirêka kurd. Em berdewam behsa wê metirsiyê dikin û mebesta me ne dijminatiya PYDê ye û ji bo hebûna rêkeftineke stratejîk di navbera kurdan bi xwe de ye. Niha jî eger PYDê li siyasetên xwe vegere dê sûdek mezin bigihê kurdan li Rojavayê Kudistanê.”

Back to top button