Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde ji nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê Swêdê Şoriş Kadir re rave dike ko di protokola di nêvbera Swêdê, Fînlandiyayê û Tirkiyeyê de xeterek li dijî miletê kurd û Kurdistanê nîne. PKK û kurd du tiştên cida ne.
Ann Lindeyê di hesabê xwe yê twîtterê de jî wiha nibîsiye: “Axaftineka baş digel nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoriş Kadir di heqê rewşa kurdên li Swêdê û piştgiriya Swêdê ya berdewam ji bo herêma Kurdistanê ya li Iraqê.”