Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim duh daxûyaniyekî de da xûyakirin ku, ew rêya ezmanî ji bo geştên navbera Tirkiye û Hewlêr vedikin, lê ji bo pirsa ewlehiyê niha ya Silêmaniyê venakin. Yildirim dabû xûyakirin ku sedema venekira geştên ezmanî ya Silêmaniyê heyina çalakiyên “rêxistina terorist“ e û ewlehî tuneye.Li ser vê daxûyaniyê parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebûbekir daxûyaniyek da û dibêje: Em hemû teroran red dikin û teror li Silêmaniyê hatiye têkbirin. Li Silêmaniyê ti valahiya ewlehiyê tine ye, di vê mijarê de jî me nêrînên xwe ji Konsulê Tirkiyê re ragihandiye. Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku helwêsta xwe ya li ser vê mijarê ragihînin. Silêmanî ji wê tiştê ku tê gotin, dûr e.”Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî gotibû ku, li Silêmaniyê hinek partiyên kurd li gel PKKê hevkariyê dikin, lê PKK tehdideke li ser wan bi xwe jî. Çavuşoglu dabû xûyakirin ku, partiya Talabani û hinek partiyên din pişgiriya PKKê dikin.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025