
Serokê Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê, Nesir Herîrî di bersiva pirsên nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, Kurd pêkhateyekê resen ji civaka Sûriyê ne û tekez kir, pirsa Kurdan weke pirseke niştîmanî di nava destûra Sûriyê de tê çareserkirin, da ku mafên xwe bi dest bixin.
Şanda Desteya Bilinda Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê îro serdana parlamentoya Kurdistanê kir û li gel beşek ji parlementerên Kurdistanê civiya.
Piştî bidawîhatina civînê, Serokê Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê, Nesir Herîrî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê behsa serdana şanda opozisyonê bo Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyê û Pirsa Kurd li Sûriyê kir.
Nesir Herîrî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke baskekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nav kir û ragihand, ku PYD nûneratiya Kurdan li Sûriyê nake.
Herîrî amaje bi beşdariya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava opozisyona Sûriyê de kir û da xuyakirin: “Di nava şanda me de weke hemû dezgehên opozîsyonê Encûmena Niştîmanî heye, Enûmena Niştîamaniya Kurdî jî şerîkekî sereke yê avakirina aştiyê li Sûiryê ye û di hemû dezgehên şoreş û opozîsyionê de beşdar bûye û îro jî ew beşekî sereke ye ji desteya danûstandinan û em jî bi gişta pirsa gelê Sûriyê û birayên me yên Kurd gutûbêj dikin, ku beşeke ji pirsa niştîmanî ya Sûriyê di hemû warên destûrî û ne destûrî de”.
Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê da zanîn: “Desteya bilind a danûstandinan bi serpereştiya Netewên Yekbûyî ji bo bicîkirina biryara 2254 û daxuyaniya Cinêvê derbasî danûstandinan bûye û ev biryara navdewletî sê xalên sereke têde ne, ew jî qonaxa veguhêz, çêkirina etmosfereke bê alî ku em reşnivîsa destûrekî nû binvîsin, ku gelê Sûriyê deng li ser bide û hemû Sûrî tevî koçber û penaberan di proseya hilbijartina parlamento û serokatiyê de beşdar bin, bi serpereştiya Netewên Yekbûyî û li gor pîvanên navdewletî ku garantiya veguhestina siyasî bide”.
Derbarê pêwnediyên opozisyona Sûriyê li gel Herêma Kurdistanê de jî, Nesir Herîrî desnîşan kir: “Pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistanê, pêwendiyên kevn in û berdewam in û qut nebûne, lewma serdana me jî derneg neketiye û serdana doh gelekî erênî bû. Civîneke me ya dirêj ligel cenabê serok Barzanî hebû û em ji dil ve spasiya rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêşwazîkirina penaberan û lihimbêzgirtina hêviyên gelê Sûriyê dikin”.