Civak

Piroseya biometry li Kurdistanê destpê kir

Piroseya biometry a fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çê kirina karta elektronî ya mûçe yên karmendan destpê kir.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û hin wezîrên Hikûmetê beşdarê vê pirosêsê bûn.Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî  piştî  tomar kirina nav û zanyarî yên xwe daxuyaniyeka rojnamevanî dan.Serokwezîr xuya kir eva gaveka sereke û giring e ji bo piroseya reforma rêveberî û darayî ya Hikûmta Herêma Kurdistanê, û ewên ku bi awayekê na yasayî du mûçe hene eşkere dibe.

Amaje bi vê yekê jî kir ku berî niha berhev bûn ji bo vê pirosêsê destpê kirine û îro dest bi bi ciha anîna vê kirin ji bo tomar kirina databeysa karmendan.Her wiha spasya Qubad Talebanî û Fermangeha IT ya Encumena Wezîran kir ji bo bi cih anîna vê pirosêsê.li dîv re, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîran xuya kir eva pirojeye gaveka stratîjî ye ji bo piroseya reformê, ku piştî hûrbînî li dahata petrolê, îro dest bi piroseyeka din ya reformê hate kirin.

Her wiha got li demê kêmtir ji sî mehan databasa 1.4 milyon karmendan dihê wergirtin û hijmara bankî ji wan re dihê vekirin, amaje bi vê yekê jî da ku mûçeyên paşket kiriyên fermanberan dikare ji bo ser hijmara bankî ya wan bihê veguhastin.Piroseya biometry yek ji gavên giringên pilana roforma darayî û rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku data û zanyarî û şopa tilî û çavê karmanedan dihê wergirtin û karteka elektronî ji wan re dihê çê kirin û bi vê kartê dikarin mûçe yên xwe li bankan werbigirin.

Back to top button