Civak

Pîlana terorkirina serokên BDP-ê eşkere bû

Polîsê dewleta Tirkiyeyê girtina grûpeke teroîstî ku, pilana terorkirina siyasetmedarên Partiya Aşitî û Demokrasî (BDP) û Bizava Milî amade kiribû, ragehandind.
Li gor rojnameya Zeman ya tirkî, polîsê Tirkiyeyê eşkre kiriye ku wan grûpeke terorîstî ku ji 14 kesan pêk tê bi nave grûpa Berxweda û Yekgirtin bo heyfhilandina Tirkiyeyê) di operasyoneke hevbeş a navbera polis û hêzên emnîyên Tirkiyeyî li Enqere, Hekarî, Koçalî û Adananyê girtine.

Polîs di daxuyaniya xwde dibêje ku, di malên wan kesên hatine girtin de gelek çek û cebilxane dest daniye ser.

Li gor encamên lêpirsînê, polîs dibêje ku di bernameyê vê grûpê de bû ku, endamên BDP û Bizava Milî teror bikin da ku, nakokiyan navbera kurdan û tirkan dirust bikin.
Yek ji pilanên vê girûpê terorkirina Dewlet Baxçelî serokê MHP-ê bû da ku kurdan tawanbar bikin û nakokiyan çê kin.

Li gor rojnameya Zeman serokê vê girûpê ku, navê wî eşkere nekiriye, efserekê arteşa Tirkiyeyê ye.

Back to top button