Polîtîk

Peywendiyên Elmanya û Kurdistanê pêş dikeve

Roja çarşem 15.07.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dieter Lamle Konsolê Elmanya li bajarê Hewlêrê kir. Li hevdîtinê de ku Konsolê Elmanya ji bo bi dawî hatina erkên xwe û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, tekez li ser peywendiyên di navbera gelê Elmanya û gelê Kurdistanê kir û behsa wan proje û veberhênan û çalakiyan kir ku kompanyayên welatê wan li warê aborî û pizîşkî de li Herêma Kurdistanê encam dane û eve jî xisterû ku welatê wan li hevkariyên serbazî û miroviyan de amadeye li gel Herêma Kurdistanê wan peywendiyên li hemû warên cûr bi cûr de pêş bixe. Li beranber da Serok Barzanî tîşk xiste li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Elmanya û wan peywendiyan bi dostane û mînakî wesif kir. Her wiha spasî gel û Hikûmeta Elmanya jî kir ku li şerê dijî terorîstan da hevkariyeke karîger pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan bê berfirehtir kirin û li dirustkirina bingeha pîşesazî û çandinê de, Elmanya yarmetiya Herêma Kurdistanê bide. Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Fîlîp Mîsfêlder siyasetmedarê gencê Elmanya û dostê nêzîkî gelê Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo gel û Hikûmeta Elmanya ragihand. Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî li kar û erkên nû yên Dieter Lamle de xwest.  

Back to top button