Civak

Peyamên diltezîn

Li ser karasataku li Soran rûdayîserok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîr payamêm diltezîn ragihandin

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi bihîstina nûçeya naxhejîn a şewata avahiyek niştecihbûnê li bajarê Soranê ku, mixabin hijmarek hemwelatiyan canê xwe ji dest da û hijmareke din jî birîndar bûn, gelek xemgîn bûm. Ez sersaxiyê ji kesûkar û malbatên qurbaniyên vê karesatê ra dixwazim û xema wan parve dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku, giyanê qurbaniyên vê bûyera diltezîn bi hiştê şad bike, sebir û aramiyê bide malbatên wan û şifaya lezgîn ji birîndaran ra bide.

Mesûd Barzanî

08.12.2023

—–

Serok Nêçîrvan Barzanî dûvçûnê bo bûyera diltezîn ya Soranê dike 

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê,  şeva înî 08.12.2023ê, ji bo lêkolînkirina bûyera şewata avahiyekî li bajarê Soranê ku, di encamê da hijmareke welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û hijmareke din jî birîndar bûn, telefona birêz Helgurd Şêx Necîb Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji  malbat û kesûkarên qurbaniyan ra sersaxî xwest û hêviya başbûna bilez ji birîndaran ra xwest û ji bo hevkarî û alîkariya birîndar û lêqewmiyan hemû berheviya xwe nîşan da.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, di vê peywendiya telefonî da, Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û aliyên peywendîdar raspartin ku, hemû rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo nehîştina bûyerên bi vî rengî yên diltezîn werbigirin.

———————————————————-

Serokwezîr lêkolînê li ser sedemên karesata şewata Soranê dike

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, şeva înî 08.12.2023ê,  ji bo lêkolîna li ser bûyera şewata trajîk ya li Soranê, telefonî Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Halgurd Necîb kir.

Serokwezîr hevxemiya xwe ya kûr ji kesûkar û malbatên qurbaniyan ra derbirî û Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û saziyên pêwendîdar yên hikûmetê jî raspartin ku her bi hemû awayî alîkariya lêqewmiyên bûyerê bikin.

Herwesa Serokwezîr ew raspartin ku, lêkolîneka berfire û cidî li ser egera wê karesatê bikin û rêkarên ewlehîyê li avahî û cihên giştî û taybet bişopînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button