Peyama serokwezîrê Kurdistanê ji bo 11ê Adarê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera peymana11ê Adarê peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha dibêje:
Îro pêncî û çaremîn salvegera ragihandina Rêkevtina 11ê Adara 1970ê ye, ku destkefteke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Eylûlê bi serokatiya nemir Barzanî bû. Şoreş, xweragirî û qurbanîdana gelê Kurd, hikûmeta Iraqê yaw ê demê neçar kir ku hinek mafên rewa yên gelê Kurd nas bike. Bi taybetî rêkeftin li ser sererastkirina destûra demkî û naskirina wê yekê ku Iraq ji du neteweyên sereke (Ereb û Kurd) pêk tê û destûrî jî mafên netewî yên gelê Kurd nas bike.
Lê di dawiyê de rejîma Iraqê ji wê rêkeftinê gav bi paş ve avêt û dest bi şer û dijberiya gelê Kurdistanê kir û di dawiyê de Îraq rastî wêranî û karesateke mezin hat ku heta niha jî gelê Iraqê berdêla wê dide.
Di vê bîranînê de, em tekezî li pêwîstî û giringiya parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin. Gelê Kurdistanê ti carî rê nade ku mafên wî bên binpêkirin, zilm û zordarî lê bê kirin û Iraq vegere serdema dîktatorî û tekrewiyê.