Peyama Serokwezîr bi bo 36 saliya Kîmyabarana Helebçe
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û dibêje: Pêwîst e em hertim van tawanan bibîrbînin.
Peyama Serokwezîr:
Di 36emîn salvegera kîmyabaran û komkujiya Helebçeyê de, em şehîdên bêguneh ên vî bajarê Kurdistanî yên hêja ku bûne qurbaniyên hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û bêdengiya civaka navdewletî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Armanca sereke ya vê tawanê û tawanên din ên rejîmên li pey hev ên Iraqê li dijî gelê Kurd, qirkirina gelê Kurd û jinavbirina nasnameya wî bû.
Cihê mixabiniyê ye ku piştî rûxana rejîma berê, hikûmetên li pey hev ên Iraqê hîn jî naxwazin qerebûkirina malbatên şehîdên Helebce û qurbaniyên Enfal û tawanên din, ku mafê rewa û destûrî yê gelê Kurd e. amade ne prosedurên ku Helebçe bibe parêzgeh temam bikin.
Em wek erkê xwe dibînin ku xizmeta xelkê Helebce bikin û meha borî jî di serdana xwe ya bo parêzgeha Helebce de, me hemû daxwazên ku ji aliyê parêzgar û berpirsên îdarî yên herêmê ve hatibûn pêşkêşkirin pesend kirin. Em hêvîdar in di paşerojê de zêdetir xizmeta xelkê welatparêz û fedakar ê Helebce bikin.
Em şehîdên Helebçeyê û hemû jenosîdên ku li ser gelê Kurd hatine kirin, her tim bi bîr tînin, divê em ti carî rê nedin ku ti tişt van sûc û rûreşiyê ji bîr bike, divê em timî bi bîr bînin ku divê tazmînata gelê Kurd bidin.
Serê canê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê be.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2024/3/16