PolîtîkRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran

Serok Nêçîrvan Barizanî di peyamekê da Roja Cîhanî ya Karkeran li karkerên Kurdistan û cîhanê bi germî pîroz dike û beşdarbûn û qurbanîdana karkeran di şoreşên Kurdistanê da û keda wan di avakirina welat da bilind dinrxîne.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe da pişitevaniya xwe ji bo mafên rewa yên karkeran nîşan dide û daxwaza qanûneka modern ji bo parastina mafên karkeran dike.

Ev li jêr teksta peyama Serok Nêçîrvan Barizanî:

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran

1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên karkeran pîroz dikim. Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê da û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di prosesa binyatdanan û avadankirina Kurdistanê da bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Bi vê minasibetê, tevî nîşandana hemû piştevaniyê ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran, tekezî li ser pêwîstiya hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar da dikin. Divê zêdetir girîngî bi jiyan û jiyara karkeran û malbatên wan bê dan û sendîka û rêxistinên karkeran ji bo mafên wan bi çalaktir bixebitin.

Em silav û rêzên xwe ji bo kesûkar û malbatên karkerên di dema kar da jiyana xwe ji dest dane dişînin û erkê aliyên peywendîdar e ku bi her awayî alîkarî û sexbêriya wan bikin.

Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be û bêhnvedanek aram û bextewer ji bo karkeran dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.05.202

Back to top button