Peyama serok ji bo Qelediza
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê daxuyaniyek belav kir.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê li ser rûpela xwe Facebookê peyamek bo xelkê wî bajarî re şand.Barzanî di nivîsa xwe ya li ser rûpela xwe de wiha gotibû:Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî li 24/04/1974 silav ji bo giyanê pakê wan şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn.Qeladizê sembol û hêmaya xweragirî û îradeya bilinda Kurdayetiye. Dijmin xwest bi bombebarankirin û paşê jî wêrankirina Qeladizê û veguhestina xelkê wê, îradeya xelkê Qeladizê bişkîne û jiyan û şoreşgerî li wê deverê da nehêle, lê belê xelkê Qeladizê bi jiyan û avadankirinê berev rûyê dijmin ve bûn îradeya jiyandostî û avadanî li ser kavilkariyê da serket. Silav li xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê be.