Civak

Peyama hikûmetê bo helebceyîyan

Peyama hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasibeta 26saliya kîmiyabarankirina Helebceyê: Berî nuha bi 26 salan balefirên rijêma Bassê bi çekê kîmiyayî bajarê aramê Helebce bombebaran kir û di nava çend deqîqeyan de zêdetir ji 5 hezar mirov şehîd û bi hezaran jî birîndar kirin û tev jîngeha Helebceyê jehrawî kir û bi vê yekê rijêma Bassê yek ji hovanetirîn  tawanên dîrokî dijî gelê Kurd û tevaya mirovatiyê encam da. Bi vê minasibeta tahl, em ser û bejna xwe ji bo şehîdan diçemîn in û hevxemiya xwe  bo birîndar û malbatên qurbaniyên wê karesatê parve dikin. Ew tawana mezin, raste yek ji mezintirîn tawan di dîroka mirovatiyê de piştî şerê duyem yê cîhanî tê hijmartin, lê di heman demê de ew bû kilîla vekirina girêya bextê kurda. Her çiqas wê demê civaka navdewletî weke pêwîst di hewara gelê me nehat û xwe li ser wê tawanê bêdeng kir, lê piştî çendîn salan ji xebat û tekoşînên berdewam, civaka navdewletî û nawendên biryarê, îtîraf bi wê karesata mezin kir û di van salên dawiyê de kampaniyaya nasandina karessata Helebceyê bi jênosîd li çend welatên cîhanê dest pê kir û bi xebat û çalakiyên hikûmeta herêma Kurdistan, dost û dilsozan ew kampaniyaye bedewam e. Îsal bîranîna wê karesatê hevdeme digel biryara biwîlayetkirina Helebceyê, ji ber vê yekê tevî parvekirina hevxemî û hevderdiyan bo yada qurbaniyan, pîrozbahiyê li xelkê xweragirê Helebce dikîn û em dupat dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi wezîfeya xwe dizane hemû xizmetan pêşkeşî bi Helebce û malbatên qurbaniyan bike û ya di îmkanan de be xemsariyê nake. Nemirî û serbilindî bo şehîdan û hêviya çakbûnê bo birîndaran dikîn û sebir û rehetiyê bo malbatên qurbaniyan dixwazîn. Biwîlayetkirina Helebce li helebceyîyan û tevaya Kurdistanê pîroz be. Civata wezîrê herêma Kurdistanê   16.03.2014

Back to top button