Polîtîk

Peyama Efrînê yan a PKKê hat gihandin ?

 Gelo peyama Efrinê ye yan ya PKK/YPGê ye ?Li gora nûçeya malpera kdp.info parlementerê PDK di parlementoya Kurdistanê de Eli Halo daxûyaniyek ragihandiye ku, wan dest bi serdana nûnerên welatên cîhanê yên li Kurdistanê kirine, ji bo ku peyama Efrînê bighînin wan û ew jî alîkariya wî bajêrî bikin, “bersiva wan erênî bû.”Wek tê zanin ji beriya demekî heyetek ji parlementoya Kurdistanê serdana Efrinê kir û li ber weneyên Abdullah Ocalan û sembolên PKK/YPGê hatin pêşwazî kirin.Di derbarê vê serdanê de  heyeta parlementoya Kurdistanê di parlementoyê de bi amadebûna cigirê serokê parlementoyê agahdarî dan parlementoyê. Behsa encama serdana xwe ya Efrinê kirin. Li ser nave vê heyetê cardin parlementerê PDK Eli Halo axivî. Rastî tiştên balkêş gotin.Herweha Halo daxûyaniya ku dayî kdp.info de jî dibêje: Piştî vegera me ji bajarê Efrînê me raportek li ser rewşa wê amade kir û emê serdana nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê bikin ji bo ku em peyama Efrînê bighînin wan. Di serî de me dest bi serdana konsulxaneya Almanya û Rûsya kir, ku di wan serdanan de em daxwaza alîkariyê ji bo Efrînê dikin.”Berdewamiya daxûyaniya xwe de Halo dibêje: Ji bilî konsulxaneyan me serdana Xaça Sor a Navdewletî jî kir û me ji bo Efrînê alîkariyê kir. Biryar e hefteya bê em serdana nûneratiyên welatên din jî bikin.Li ser vê helwesta Halo û heyeta ku serdana Efrinê kirî niyeta wan çikas pakij be lê mixabin ji Efrinê behtir bûn zeminê propagandeya PKKê û zanebûn yan ne zanebûn bûn wesiteya propagandeya  PKK/YPGê.  Ji xwe ji bilî Halo ew endamên şanda parlementoyê bi nêzikbûna PKKê têne naskirin. Lê mixabin ew propaganda hemî bi rêya Halo dan kirin . Ev cihê pirsêye.Ji aliyek din dibêjin : Emê peyama Efrinê bighînin cihanê. Gelo peyama Efrinê çîye? Çikas li ser vê yekê serê xwe îşandine? Peya Efrinê ji peyama PKK/YPGê cudaye?Eger cudabe çûye? Lê mixabin we dixweyê di bin navê Efrinê de peyama PKKê tê gihandin.Dema mirov behsa Efrinê bike pêwiste siyaseta Efrin ber bi vê karasetê ve birî bête mehkum kirin û li Efrinê xwedî bê derketin. Eve ya raste. Lê navê Efrinê bê suistimal kirin û propaganda PKKê bê te kirin ev ne berjewendiya tu aliyekî de ye û zererê dide berjewendiyên netewî taybetî li Kurdistana Başûr.Gelek cara hinek kesayet ji bo wek kesayet xwe tetmin bikin siyasetê dikin û zererê didin berjewendiyên giştî. YPG Efrinê wek axa Suriye bi nav dike û niha jî bi vexwendina YPGê hêzên girêdayê rejima Suriye û Îranê ketin Efrinê.  Ew hêzên ku yên Kerkûk dagir kirin, ew hêzên ku yên hinek kurda xiyaneta 16ê octoberê li gel wan hevkarî kirîn  ketine nava Efrinê. Gelo ev heyet vê yekê çewe dinirxîne?Gelek mirov mereq dike ku, ev heyeta parlementoya Kurdistanê çewe gihan bajarê Efrinê? Diviya behsa vê yekê jî daxûyaniya serdanê de bihata kirin.Efrin Kurdistane, Efrin di destê HSD yani YPGê de ye. Kantona Efrinê ji bilî PYD/YPGê û hêzên wan ve girêdayê mafê jiyanê nadin tu aliyek siyasî Kurdistanî. Bi dehan endamên partiyên di nava ENKSê de li Efrinê hatine girtin û ketine zindana de û heta hinek jî bê serûşûn hatine winda kirin. Li Efrinê tu sembolek ya Kurdistanê tuneye. Ala Kurdistanê li kantona Efrinê qedexeye.Ji bo Tirkiye êrîşê Efrinê bike gelek tişt hatin kirin. Tirkiye erîşê Efrinê kir, di êrîşên Tirkiye de gelek sivil û zarok hatin kuştin. Ji bo gelê li Efrinê dijî jiyan hate tefandin. Divê her kurdek ji rihek netewî li wek xaka Kurdistanê li gelê Efrinê xwedî derkeve wan biparêze.  Pêwistbû ku îro YPGê ji berî hêzên rejimê û milîsên Şîe rê bida hêzên pêşmergeyên Roj û ji berî her tiştekî li gel ENKSê rebiketan û sekna Efrînê bibûya berxwedanek netewî.Lê mixabin îro di serî de medya Başûrê Kurdistanê wek medya PKKê rewşa Efrinê dinirxînin û zererek weşartî didin Başûrê Kurdistanê.  Netewiyet bi hisiyetê nayê kirin.Ev siyaseta îro ji Başûr di derbarê Efrînê de tê kirin çîye û sedemên wê çîye nayê tê gihandin.Di rûdana Efrinê de bila êrîşên dewleta dagirker ya Tirkiye bête şermezarkirin. Rastiya Efrînê li cîhanê re bê ragihandin. Lê di metodên rast û ne bi rêya propaganda PKKê bête kirin.Li derveyê welat gelek cihan êrîşa Tirkiye ya li ser Efrinê hate şermezarkirin. Du cureyên xwepêşandana hebûn.Yek tenê aligirên PKKê bûn, di xwepêşandanên wan de ne sembolek Kurdistanê û ne jî gotarek Kurdistanî hebû.Duyem jî kurdên welatparêz xwepêşandan kirin êrîşa Tirkiye şermezar kirin. Lê bi alayên Kurdistanê  û bi rihek Kurdistanî ev yek pêkanîn.Eve ya duyem raste û divê pişgiriya zihniyeta duyem bê kirin û zihniyeta yekem jî bê te şermezarkirin.Nûçe/Analîz  

Back to top button