CivakRojev

Peyama Serokwezîrê Kurdistanê: Xwedê Kurdistanê biparêze!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez bi dilgermî pîrozbahîyê li hemû misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû cîhanê dikim, bi taybetî jî li pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarîya navxweyî, malbatên serbilind ên şehîdan û qurbanîyên Enfalê, pîrozbahiyê li hemû gelê xwe dikim. Hêvîdar im ku hûn cejn û betlaneyên xwe di atmosferek aram û kêfxweş de derbas bikin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî herweha got: “Hêvîdarim ev cejn bibe sedema pêkvejîyan, lêborîn, bextewerî û pêşketinên zêdetir bo welatê me û dabînkirina aştî û aramîya navçe û cîhanê. Cejna Qurbanê pîroz be, Xwedê Kurdistanê biparêze”.

Back to top button