Pewistiya me bi arîkariya Barzanî heye
Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li bajarê Îzmirê konferansa 5 mîn a balyozan de axavtinek kir. Davutoglu beşek axavtina xwe de bahsa hevdîtinên li gel Ocalan û destpêka pêvajoyek nû kir.
Herweha Davutoglu di vê pêvajoyê de behsa rolê serokê Kurdistanê jî kir.
Davutoglu di beşek axavtina xwe de got: Di vê dema dawî de tevgerek heye lê ev ne tiştek nûye. Ev pêvajo di sala 2005ê bi axvtina serokwezîr ya li Diyarbekirê destpêkiriye. Lê pêvajo di qonaxên cuda re derbas bû. Herkese ku di vê pêvajoyê de bikaribe xwedî bandor be emê arikariya wan bixwazin.
Davutoglu got ku, eger bûyera provakatif ya Farqînê çênebûya dê ev pêvajo hêjî erênîtir bûya û evkas windabûn jî çênedibûya.
Rojnemevanekî ji Davutoglu pirsî: Desthilatdariya kurd a di serokatiya Barzanî de pişgiriyê dide vê pêvajoyê?
Davutoglu: Niha pêvajoyek berdewam dike, bê guman pewendiyên me li gel birêz Barzanî hene. Lê ne tenê birêz Barzanî gelek aktorên din jî yên bikaribin rolekî bileyzin pêwendiyên me li gel wan hene. Wek din dema em li Rojhilata Navîn dinêrin em ferqa Tirkan Kurdan, Suniyn û Şian nakin.
Rojeva Kurd