Pêwîst e peyamnêr xwe ji zimanê “tirkmancî” dûr bigrin

Prof. Dr. Michael L. Chyetê pisporê zimanê kurdî li ser weşana AAyê ya kurdî fikr û ramanên xwe anî ziman.

Ajansa Anadoluyê (AA) ji ber armanca xwe ya ku bikeve nav 5 ajansên herî xurt yên cîhanê, zimanê kurdî jî li serwîsên xwe yên nûçeyan zêde kir û bi vî şiklî zimanê xwe yê weşanê derxiste 6 zimanan.

AA di çarçoveya salvegera xwe ya 100emîn de dike ku bi 11 zimanan nûçe belav bike. Îroj bi weşana zimanê kurdî pêngaveke din jî nêzê armanca xwe bû. AA ji bilî tirkî, bi îngilizî, erebî, BSH(boşnaqî, hirvatî, sirbî) û rûsî weşanê dike. Wek zimanê 6emîn jî bi du zaravayên kurdî kurmancî û soranî dest bi weşanê kir.

Serwîsa Nûçeyên bi Kurdî dê di bin serenavê polîtîka, aborî, werzîş, tûrîzm, jiyan, çand-hunerê de rûdanên li Tirkiyê û cîhanê bi zaravayên kurdî kurmancî û soranî di ber de bi wêne û dîmenên xwe ve dê serwîsê çapemeniya herêmê bike. Rûdanên ku li Tirkiyê û li Herêma Kurdistana Iraqa Federal diqewimin dê bi zimanên tirkî, erebî, rûsî û boşnaqî bigihêje çapemeniya cîhanê.

-Bandora perwedeyê ya li ser mirov

Michael L. Chyet profesorekî amerîkî ye. Pisporê zimanê kurdî ye, li ser weşana AAyê ya kurdî fikr û ramanên xwe anî ziman û bal kişand ser rabirduya perwerdeya di nav kurdan de û qala bandora neyînî ya perwerdeya bi zamanên din ya li ser xebatkarên çapemeniya kurdî kir û wiha got: “Berî 20-30 salan ez têgehiştim ku ji ber qedexebûna ziman û çanda kurdî li Tirkiyê, kurd rû bi rûyê 2 bijartinan bûn: yan kurdîtiya xwe biparêzin û dev ji perwerde û xwendinê berdin, yan jî herin mektebê û hînî tirkî bin û ji kurdîtiya xwe dûr bikevin. Perwerdekirin bi kurdî tunebû. Niha ji nişka ve dixwazin destgehên ragihandinê bi zimanê kurdî damezrînin. Min berî jî gotiye û niha jî dubare dikim ku ev xeberxwîn û nûçegihan û peyamhinêr ku perwerdeya wan bi tirkî bû, dê çawa bikaribin ziman û çanda kurdî bi awayekî saxlem vejînin? Kurdên me yên gundî ‘adet û kevneşop (yan rewişt û tîtal)ên kurdewarî diparêzin. Lêbelê kurdên xwenda, ji ber ku tirkî ji kurdî çêtir dizanin û bi tirkî difikirin, her tim biwêjên tirkî werdigerînin kurdî li şûna ku biwêjên kurdewarî bi kar bînin, ji ber ku mixabin haya wan ji van gotinan tune.”

-Pêwîst e peyamnêr xwe ji zimanê “tirkmancî” dûr bigrin

Chyet, bal kişand bandora zimanên biyanî ya li ser kurdan û diyar kir ku divê kurd beriya ku herin peyvên kurdî li gor mentikê zimanê tirkî bi kar bînin, di vê mijarê de berê xwe bidine gundan û ji hîn bin. Cyet wiha axivî: “Ez dikarim mînakekê pêşkêşî we bikim. Megirtî em dixwazin siwarî trênê bin û xwe bigehînin bajarekî mezin, wek Amedê yan Ruhayê. Ew trên jî se’at di pêncan da diçe. Eger em dereng dimînin û pêra nagihin, ew trên bi rê dikeve berî ku em bigihin îstgehê. Em ê vê rewşê çawa bînin zimên, yan diyar bikin? Gundî dê bêje, “Em ji trênê man”. Lê xwenda dê çawa bêje? Ji ber ku ew bi Tirkî difikire, ew ê hewl bide lêkera tirkî “kaçirmak” wergerîne ser kurdî, û bi ‘tirkmancî’ wê bêje “Me trên revand”. ‘Revandin’ bi kurdî û ‘kaçirmak’ bi tirkî sedî sed hevme’na nînin. Xortekî xizan dê naçar be dilketiya xwe birevîne eger nikare pereyên qelen bide bavê wê: bi vê me’naya hanê, bi Tirkî ‘kaçirmak’ jî rewa ye. Lêbelê revandina trênê bi dereng manê ve girêdayî nîne: yên ku trênê direvînin rêbirr in – ango diz in.

Chyet, li ser zirara ku digihêje zimanê kurdî rawestiya û qal kir ka di vê pêvajoyê de kê xisarê dibîne û ev şîroveya kir: “Niha, di vê mînakê da, kî ziyan digehîne zimanê kurdî? Gundî, bi gotina xwe ya kurdewarî, yan xwenda, bi ferzkirina gotineke tirkî ser zimanê kurdî? Kurdên deverên din – çi Kurdistana Sûriyê be, û çi Kurdistana ‘Iraqê be, û çi Kurdistana Îranê be – ku bi tirkî nizanin, dê çi fêm bikin, gava ku ew gotineke wek “Me trên revand” dibihîzin? Lê eger ez ne şaş bim, li her çar parçeyên Kurdistanê, gotina “Em ji trênê man” bi kar tînin, yan bi kêmî ve lê fêm dikin. Ya ku bi min dide xem xwarin ev e, ku ew camêrên me yên trênrevîn di xwe ra nabînin ku bi pismam û dotmamên xwe yên gundî ra bişêwirin, û dewlemendiya zimanê kurdî ji wan hîn bin.

Gelek mînakên din jî hene. Megirtî ez li Ruhayê me, û tu li Wanê yî û min bêriya te kiriye. Ez ê çawa bi te ra bipeyivim? Ez ê telefona xwe bi kar bînim, ne wisa? Vêca, em ê vê yekê bi kurmancî çawa bêjin? Ez dikarim ‘telefonî te bikim’, yan jî ez dikarim ‘te ba kim’ (yanî ‘te bang kim’). Gelek caran ez dibihîzim ku filankes dixwaze ‘li hevalê xwe bigere’. Ev yek peyiv bi peyiv ji lêkera tirkî ‘aramak’ tê. Carekê ji caran, min ezmûn kir û ji Kurdên deverên derveyî Kurdistana Tirkiyê pirsî, ka ew dê çi fêm bikin eger yekî gote wan ‘Ez ê li te bigerrim’, û kes ji wan nedizanî ku mesele bi telefonê ra eleqedar bû. Wan her dizanî ku filankes winda bûye, û ku bêhvankes dixwest herre lê bigerre, yanî hewl bide wî kesê windabûyî bibîne yan peyda bike.”

-Divê rêz li rez û rezvan bê girtin

Chyet piştî mînakên balkêş da dest nîşan kir ku divê kurd, ji bo hevfêmkirinê li çavkaniyên xwe yê seren vegerin û ji kana zimanê kurdî têr bibin. Ji bo vê Chyet qala girîngiya zimanê li gundan tê axaftin kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku kurd li nav zêdetir ji çar dewletan belav in, gava pêşîn berbi perwerde kirina nûçegiha û peyamhinêr û xeberxwînên kurd ev e, ku ew berpirsyar in zimanêkî wisa bi kar bînin, ku guhdar li dûrtirîn gund dê bi hêsanî li zimanê wan fêm bikin û têbigihin. Ev camêrên ku her gotineke tirkî peyiv bi peyiv werdigerînin ser kurdî, vê berpirsyariyê davêjin pişt guhê xwe. Û ji vê xirabtir jî, ew soza xwe bi dijberên yekgirtina gelê Kurd ra dikin yek.

Min bihîstiye ku gelek mirov wisa dizanin, ku xwenda her tim ji gundiyan çêtir dizanin. Bi baweriya min, eger zimanê kurdî rez be, gundî bi xwe jî rezvan in. Ez bi xwe rêzê li rez jî û li rezvan jî digrim.

Michael L. Chyet (1957) zimanzanekî cihû û amerîkî yê zimanê kurdî ye. Wî bêtirî 30 zimanan xwendine. Berî demekê, ferhenga wî ya ‘Kurmancî-Ingilîzî’ ji aliyê Weşanxaneya Yale University Press ve li Amerîkayê derket. Ferheng ji 847 rûpelan pêk tê. Gotinên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin û bi şêweyekî berfireh wateya wan a bi zimanê ingilîzî hatiye nivîsandin. Michael Chyet berpirsiyarê beşê kurdî yê Radyoya Dengê Amerîka bû. Herweha ew profesorê zimanê kurdî li Zanîngeha Parîsê û Instîtûya Washingtonê ya Kurdî bû. Ew niha li Pirtûkxaneya Kongireya Amerîkî li Washingtonê kar dike.

Çavkanî: http://serbesti.net/forum/showentry.php?sNo=31895

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: