Rêveberê Navenda Lêkolînên Iraqê ya Fransa Dr. Adil Bakawan, da zanîn ku Tirkîyê di bin navê PKK de du daxwaz ji Iraqê kirine û di berdêla wê de jî amade ye piştgirîya pêwîstîya avê ya Iraqê û projeya rêya geşepêdanê bike.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Iraqê ya Fransa Dr. Adil Bakawan, di derbarê serdana Fîdan ya Bexda û Hewlêrê de nirxandinek kir. Bakawan, diyar kir ku di serdana Hakan Fîdan a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de 4 rojev hene û got: “Ya yekem û ya sereke pirsgirêka PKK ye. Ya duyem pirsa nefta Kurdistanê ye, ya sêyem pirsgirêka avê ye û ya dawî jî projeya rêya geşepêdanê ye.
Bakawan amaje bi wê yekê kir ku hemû mijar girêdayî Herêma Kurdistanê ne û got: “ Fîdan ji bo danûstandina bi Iraqiyan re nehat. Dihat payîn ku Serokkomar Erdogan di meha Tebaxê de serdana Iraqê bike lê ev yek pêk nehat. Tirkîye wek birayekî mezin ji bo “çareserkirina mijarên ku min behs kir” hat cem Iraqîyan. Di serê hêvîyên Tirkîyê de mijara PKK heye. Tirkîye dixwaze ku PKK ji Iraq û Herêma Kurdistanê bê derxistin, çawa ku piştî rûxandina rejîma Beaasê di sala 2003an de, Mucahîdên Îranê dersînor kirin.
Bakawan dibêje: “Mijara duyem destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Ceyhanê ye. Enqere dixwaze 1,5 milyar dolar tazmînata ku Dadgeha Hakemê ya Parîsê biryara dayina wê dabû, ji holê bê rakirin. Ew dibêje, eger ev yek bê kirin, hinartina petrola Kurdistanê ku di berjewendiya hemû alîyan de ye, carek din dest pê dike. Eger ev her du daxwaz bên cîbicîkirin, Tirkîye amade ye ji sedî 70ê din ên Dîcle û Firatê para Iraqê bide. Herwiha eşkere dike ku, Projeya Rêya Geşepêdanê dikare bê cîbicîkirin“.
Bakawan di wê bawerîyê de ye ku Bexda xwe nade ber derkirina PKK û dibêje: “Pirsgirêk ew e ku Iraqa niha bi ti awayî ne di rewşekê de ye ku bersiva yekem a daxwaza Tirkîyê, ango çekdanîn û dersînorkirina PKKê bide. Ji ber ku li Iraqê du navendên cuda hene; Yek ji wan Îran, PKK, Heşdî Şeibî, beşek ji hikûmeta Iraqê û hinek jî Sunî ne. Ya duyemîn jî Enqere ye, Herêma Kurdistanê ye, beşek ji hikûmeta Iraqê û beşek jî Sunnî ye. Di vê mijarê de ev her du alî di nava nakokîyê de ne û ji ber wê jî hikûmeta Iraqê nikare bersiva vê daxwaza Tirkîyê bide. Çekberdana PKK” rewşek girêdayî Îranê ye û got: “Gelo di vê heyamê de çekberdana PKK di berjewendîya Komara Îslamî ya Îranê de ye? Na. Tenê şertek hebû ku hevpeymanîya şîeyan zindî bimîne, ew jî berjewendîyên Îranê ye. Loma jî ez dipirsim; gelo Hikûmeta Şîe tevî Îranê dikare PKK bêçek bike? Na. ”.
“Peywendîyên Enqere-Hewlêrê ji têkiliyên Enqere-Bexdayê cuda ne”
Adil Bakawan di derbarê têkilîyên Enqere û Hewlêrê de jî dîtinên xwe anîn zimên û got: “Pêwendîyên Enqere û Hewlêrê, pêwendîyên Enqere û Bexdayê du tiştên cuda ne. Herêma Kurdistanê bi taybet jî Hewlêr û Tirkîye di nava pola jeopolîtîk de ne, ku beşek ji hikûmeta Iraqê û beşek jî ji alîyê Sunne ve tê de ne. Ji ber vê sedemê nêrîna alîyana li gel Bexdayê li ser vê mijarê gelekî cuda ye”.