
Komeke ji endamên PKK’ê îro li Silêmaniyê merasîma çekdanînê li dar xist. Dîmenên merasîmê dê ji çapemeniyê re bên belav kirin. Koma ku çek danî bi navê ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ daxuyaniyek belav kir.
Komek ji endamên PKK’ê îro li Silêmaniyê çekên xwe danî û yekem daxuyaniya xwe ya piştî merasîmê belav kir.
Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi vî rengî ye:
“Ji bo gelê me û Raya Giştî;
Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin.
Beriya her tiştî ji ber ku hun şahidiya vê çalakiya me a dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.
Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn.
Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê.
Eger îro em li vir amade ne ev ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyê ye.
Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.
Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.
Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe weîsleya pêkanîna aştî û azadiyê.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe a dawî de gotibû, “ ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hun li gorî vê rêgezê tevbigerin”.
Em bi dil û can tevlî vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bexetewer in.
Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin.
Berevajî, her serkeftineke me a rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin.
Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serkeftinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin.
Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in.
Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vediguhere gola xwînê.
Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye.
Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîng in û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin.
Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin.
Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me.
Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk.
Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me a dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me.
Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.
Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e;
Pêwîste ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin.
Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.
11’ê Tîrmeha 2025’an
Koma Aştî û Civaka Demokratîk”