Pêşmergeyan rêya Kerkukê girtin
Wezareta Pêşmergeyan a Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel, biryareke dîrokî girt û hêzên xwe şandine bajarê Kerkukê û rêya Kerkukê ji artêşa Iraqê re girt ku artêşa Iraqê nekeve Kerkukê.
Rayedarêkî payebilind a Gerînendeya Enformasyona Wezareta Pêşmergeyan ragihandiye ku, hêzên pêşmergeyan, ji îro û pê ve bona ku artêşa Iraqê nekeve Kerkukê rê li wan girtiye. Rayedar diyar kiriye ku doh, artêşa Iraqê heta 30 kîlometreyî nêzika Kerkukê bûye û li ser vê, hêzên pêşmerge şandine Kerkukê. Wiha ragihandiye, “em ê nekevine Kerkukê lê em destûrê nadin ku artêşa Iraqê jî têkeve Kerkukê.”
Hêzên pşmergeyan, doh nîvro bi top, tank û çekên giran berê xwe dane Kerkukê. Dîsa artêşa Iraqê jî 30 kîlometre nêzika Kerkukê bûye û li gundên Ereban bicîh bûye.
Malikî hewl dide ku kontrolê bigre destên xwe
Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî, bi hinceta “teror astengkirin û ewlehî pêkanînê” Hêza Operasyona Dîcle ava kiribû. Malîkî, ji bo ku kontrolê bigre destên xwe, hêza operasyona Dîcle, li herêmên wek bi pirsgirêk binav dike, bajarên Diyala, Kerkuk û Selahaddîn dixwast bicîh bike lê ji ber berteka Kurdan mecbûr mabû ku paşda gavan bavêje.