Civak

Pêşmerge vedigerin navçeyên Kurdistanî

Ji bo vegera Hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî, Wezareta Pêşmerge li hêviya şandekê ne ji Wezareta Bergîriyê ya Iraqê. Çavkaniyek ji nava Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ew geşbînin ku Hêzên Pêşmerge dê bi rêkeftin ligel Bexdayê vegerin wan navçeyên Kurdistanî.

Sala 2014 û beriya hatina DAIŞê, Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hevbeşî Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî birêve dibirin. Lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 û dagîrkirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê, niha Pêşmerge li wir nemane.

Ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo wan navçeyan, beriya niha civîn di navbera Wezareta Pêşmege û Wezareta Bergîriyê ya Iraqê birêve çûye û niha Wezareta Pêşmerge li hêviya şandeke Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ye ku bên Hewlêrê û vegera Pêşmerge ji bo wan navçeyan gotûbêj bikin. Vegera Pêşmerge ji bo wan navçeyan ji bo karê hevbeş ê ewlehî û leşkerî ye, ji ber ku dîsa li wan navçeyên Kurdistanî tevgera DAIŞê destpê kiriye. Vegera Pêşmerge ji bo hemû navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ji Xaneqîn û heta bi Kerkûk û Mexmûr û Mûsil û Şingalê ye.

Derbarê wê yekê de, Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Salar Mihemed Cebar ji malpera KDP.info re ragihand: “Du komîteyên leşkerî hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê çêbibin da ku îdareya navçeyên 140 bikin û hevahengî di navbera wan de hebe. Avakirina wan komîteyan bi agahdariya Amerîka dibe.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Rewşenbîrî û Hoşyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Geşbîniyeke baş heye ku lihevkirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin li ser vegera Hêzên Pêşmerge, lê hêj bi temamî biryar li ser wê yekê nehatiye dan. Dema Pêşmerge vegerin jî dê bi hevbeşî ligel hêzên Iraqê wan navçeyan birêve bibin, ew jî bi rêkeftina Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî û Iraq û Herêma Kurdistanê dibe. Li gorî wê rêkeftinê dê cihên ku Pêşmerge vegerin wan bên xuyakirin û piştre Pêşmerge li wan bich bibin.”

Amerîka dixwaze hêzên Heşda Şeibî yên ku destê xwe danîne ser Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî, ji wan navçeyan derxîne, nexasim jî ji navçeyên Mûsil û Kerkûkê, lewma jî serbazên Amerîka çûne wan navçeyan û dê li wir bicîh bibin.

Back to top button