Civak
Pêşmerge û hêzên hevpeymanî operasyonek hevbeş kirin
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li bakurê Mexmûrê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê encam dan.Fermandarê Mihwerê Mexmûr – Guwêr ê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand, operasyona hêza Pêşmerge û Hevpeymanan îro demjimêr 18:00 li ser baregehên DAIŞê li çiyayê Qereçox dest pê kir.Sîrwan Barzanî da zanîn, di operasyonê hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştim û termê 3 çekdaran jî ketine destê Pêşmerge û di nava kuştiyan de berpirsê darayî û lojistîk ê DAIŞê li Kerkûkê yê bi navê Ebû Ubeyde naskirî ye heye.