Polîtîk

Pêşmerge neku her dojeh nabînin, belku li cem xweda gelek rêzdarin

Ew çavên Pêşmerge, ku sînor diparêzin, neku her dojehê nabînin, belku li cem xweda gelek birêz û rêzdarin

Bi erkê olî û nîştimanî û neteweyî ya ser şanê xwe dizanim ku van çend kurtename û peyamên xwe pêşkêşî hemû aliyek bikim û li pêş hemû kesek ve jî pêşkêşî xuşk û birayên xwe yên Pêşmerge dikim, çi ewên li sînor rûbirûnê dane û çi ewên li nava Kurdistanê û li cihên xwe karê pîroz dikin.

Yekem: 

Nimêj û rojiya Pêşmerge li bereyên rûbirûnê da

Ji ber ku ol hêsankariye û pire bi dilovanî û çavpoşî û bi girîng wergirtina berjewendiya giştî û take kesî, her ji bo wê yekê bi erkê xwe dizanim hinek ji wan hêsankariyan bixim bîra we yên rêzdar:

1- Li dema nebûna av, yan hêsan‌nebûna bikaranîna avê, yan eger av kêm bû tenê beşa xwarin û şîvê dikir, yan hinek kêm bû beşa wan kuçik û sayan dikir ku ji bo karê serbazî têne bikaranîn, dikarin li şûna destnimêj, “teyemum” bikin, wate her dû destên xwe bi zevî û axê de bibin û bînin û bi dem û çav û milên xwe da bidin û ji dil da niyeta teyemumê bînin.

2- Dikarin eger av bikaranîn asayî bû, destnimêj bişon û piyên xwe jî bişûn, lê belê pêlavên xwe dernexin û destên ter bînin ser potînan da û her bi pêlav ve jî nimêja xwe bikin, ku wê demê hukma pêlavên we, wekî hukma “xuf”e ku dema xwe jî wiha ye.

3- Nimêjên çar demkî bikin dû, dikarin piştî nimêja nîvro, ku we dû rekaatê kir selam bidin û dû rekaata êvarî jî bikin, yan nîvro bibin êvarî û niyet jî bi dile.

4- Nimêja êvarî “şêvan” her sê rekaat bikin û ku we silav da dû rekaata nivistinê jî bikin û li dema nimêjkirinê da çekên xwe daneynin. Ji ber ku çek ne pîse, dikarin êvarê bibin pal nivistinê û piştî sê rekaatê şêvan, xewê jî bikin, tenê dû rekaat.

Nimêja sibehî jî her wekî xwe dû rekaat dimîne.

Her çende nimêja bi kom (cema’et) xêra wê zêdetire, hun hemû pêkve li yek demê da nimêj nekin û bila agahiya we ji karê we yê pîroz û ji dijmin hebê. Eger her we bi “cema’et” jî kir hinek bi pêve bimînin û pasevaniyê bikin û agahiya we ji tevgerên dijmin û karên xerapkaran hebê.

5- Meha Remezan bi xêr, wiha li me nêzîk bûye, hêvîdarim xwadayê mezin bike cihê xêr û xweşiyê. Êdî rêzdaran:

Her Pêşmergeyek ku li bereyên pêşve daye û rojî girtinê kar dike ser erkê olî û nîştimanî û neteweyî. Dikarê bi rojî nebê û li demeke guncaveke din de heta saleke din bigre. Ji ber ku bi cîhkirina rojî perestineke û peywendî xwe ve heye, lê belê îhmalkirina erkê mezin ziyanê giştî heye û binpêkirine û gunahe. 

Duyem: 

Pasevanîkirina sînor perestineke mezine

Li ‘sunen’ a Îmamê Turmizîda ku yek ji çavkaniyên fermûdeyên pêxember (Silavên Xwedê li ser bê), fermûdeya hejmara “1639” ê li Abdullahê kurê Ebas ve (xwedê jê razîbê) aniye ku pêxember (Silavên Xwedê li ser bê), wiha kerem kiriye: 

“Dû çav hene ku agirê dojehê wan naşewitîne! çavek ji ber xweda rondik û firmêsk birêjê û çavekî din jî li pasevanî û parastina sînor da li rêya xweda, şev û roj bike” ku Pêşmerge li wê babetê daye.

Li vir de dibêjim: Birayên minê Pêşmerge! hun niha ol û welat û namûs û xwîn û ax û mirovayetiyê diparêzin. Hun li ser sînûrên hatine dagîrkirindane û piştevaniya xwedê hunê careke din ji dagîrkeran paqij bikin, nehêlin ev derfet ji kîs biçê.

Zanayên Îslam ji me re dibêjin: “Perestin li zeviyekî dagîrkirî da nayê wergirtin.”

Ewên axa me dagîr kirine, divê berê xwe bidin pêşeroja xwe, ku ew eger bi nav jî xwedanas jî bûbin! perestina wan li axa xelkekî din da bûye û dikarê zanayên me kar li ser eve bikin û bînin bîra xelkê, ku hukma dagîrkirina zevî çawaye û feqîh çî gotiye di derbarê nimêjkirina li ser wê zeviya ku hatibe dagîr kirin?!

Sêyem:

Ceng hîle û fêle û perdepoşkirina rastiyên serbaziyan bi derew nayên zanîn!

Ji bilî wê yekê ku pêxemberê me yê xweşdivî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bê), tu demekî şûna “serbazî” nedirkandiye û tenê nêzîktirîn yarên wî jî nedizanîn berev kuve diçin! Li Dûtuweya kitêba dirusta Îmama Buxarî da babetekî têda heye bi navê (Ceng fêle) û li wir da fermûdeya hejmara “2864” tîne ku Ebu Wewreyre (Xweda jê razîbê) ji bo me vedigêrê ji pêxember ve (Silavên Xwedê li ser bê) ku kerem kiriye:

“Kîsra nema û ji nav çû, carekî din kîsrayekî din nabê.

Qeyser jî li nav diçê û êdî Qeyserekî din nabê.

Hemû desthilat û şiyan jî têne dabeş kirin.

Navê ceng jî bi wê bir ku fêl û hîleye!”

Daxwaz ji Pêşmergeyên birêz dikim nihêniya ceng têknedin û baweriya we bi paşvekişana dijmin nebê û herdem wekî çawa bi wêrekî û neberdî ve we karê xwe kiriye, wiha bikin û baweriya we gelek rastiyek ve nebê û mezinê dijminan neteweyî û mezewî(mezhebî) we teng nekin bi şerekî nexwastî ve û we tûşî şaşiyên nekin û li sînorên ji bo we hatiye diyar kirin derbas nebin û ne merce hemû tişt behs bikin ji bo kanalan.

Tikayekî birayane ji ragihandinkarên me yên birêz dikin, hinek bi navê rastgoyî û bi navê ne veşartiyê ve xizmeta erzanbiha pêşkêşî dijmin nekin û behsa cîh û pêgeha Pêşmerge belav nekin.

Çarem:

Dûrxistina ajawe li anîna berjewendiya pêştir ve ye!

Yasayekî usula Îslame, ku herdem bê berçavgirtin dûr xistina ajawe li anîna berjewendiya li pêştir ve ye!?

1- Pêxember (Silavên Xwedê li ser bê) piştî bi hêzbûnê jî rê bi xwe neda ku “Kabeya pîroz” wekî serdema Îbrahîm (Silavên Xwedê li ser bê) lê bike, nexwest ajawe lê bikevê!

2- Umer (Xweda jê razî bê), ku çûye nav “Qudisa Pîroz”, ewe berbiçav girt ku ajawe nebê û li cihek de nimêja xwe nekir, ku cihê taybetî cihên dû olên dine!

3- Ewê dema xwe li “Afxanîstan” ji aliyê Talîban ve beranber peykerên “Bûda” hate kirin, bûye ders ji bo Misilmanan ku xwe ji wê yekê dûr bigrin tiştek têk bidin ku ser bo ajawe bikêşê. Eve bîranîneke pêwîste. Tikayê ji we dikim ku cihek rizgar dikin û alaya wê ya berê lê dadigrin, netavêjin ji ber ku bi mixabinî navê xweda li sere, bila li aliyek ve bê‌rêzî nekin beranber navê wê û gumrayî jî me negrê, ji aliyeke din ve jî nebê benîşta xweşa serzimanê neyaran û nan û pivazê pêve bixwin û ji berê zêdetir xwîna me helal bikin, ku gelek bi mixabinî îro erzantirîn tişt li cem gelek bi nav misilman, xwîn û behskirin û jêbirina beranbere.

Têbînî: Ji ber dirêj nebûna babetê, min hemû belgeyan neaniye. 

Mela Emer Çingiyanî

www.facebook.com/Chngiyani

[email protected]

Back to top button