Polîtîk

Pêşmerge li Şingalê pişta Da'îşê şikand

Fermandeyekî hêzê Pêşmerge li mîhwera Şingalê ragihand, hêzê Pêşmerge êrîşekî terorîstên Da’îş ji dû qolan ve têkşikand û ziyaneke zêde bi wan gihand, li hinek cihan jî hêzên Pêşmerge bi narincok li terorîstên Da’îşê daye.

Eqîd Îsa Zêweyî Fermandeyê Hêzê Pêşmerge li Mîhwera Şingalê bi malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ragihandiye: “Îro terorîstên Da’îş li Qeserî Simaîl Beg û Şingala kevin êrîşê kirin ser hêzên Pêşmerge, lê belê her zû hêza Pêşmerge bi tundî rûbiruyê wan bûn, terorîst jî hatin têkşikandin û ziyaneke zêde bi wan gihandin”.

Eqîd Îsa got: “Sedema şikesta Da’îş ewe bû, li wan cihan de ku êrîşê Pêşmerge kirin bi narincokan Pêşmerge li wan dan û ji bilî wê jî ureya Pêşmerge gelek bilinde û bi berevajî ve terorîst gelek lawaz bûne û berev nemanê diçin”.

Zêweyî dibêje: “Li van êrîşan da ziyaneke zêde ber dijmin ketiye, ji niha de tenê şerê qenas maye û êrîşkirin bi dawî hatiye.

Back to top button