Pêşmerge li Şingalê hemû rê li ser DAIŞê girtine
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, rojane dengê teqeyan li nava Şingalê tê û terorîstên DAIŞê dixwazin pêşve bên, lê her demekê ku hewl didin pêşve bên, em rê li pêşiya wan digirin û bi tundî bersiva wan didin.
Haşim Sîteyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Li nava Şingalê şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de berdewam dike, terorîstên DAIŞê dixwazin pêşve bên, lê her demekê ku hewl didin pêşve bên, em rê li pêşiya wan digirin û bi tundî bersiva wan didin.
Sîteyî wiha got: “Ji DAIŞê re Şingal pir girîng e, lewma naxwaze Şingal wisa bi asanî ji destê wan derkeve, ji ber ku hemû rê li ser wan tên birrîn û nema Karin biçin Sûriyê.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiga domand: “Terorîstên DAIŞê li nava Şingalê pir lawaz bûne. Em amade ne û dema ku ferman ji me re bê, emê di demeke kêm de wan terorîstan jinav bibin.”