Civak

Pêşmerge: Haya me ji şerê ser sînorê Kurdistanê tune

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, duh ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Heta niha, tu agahî û nûçyeyek derbarê hebûna şer li ser sînorê Herêma Kurdistanê, di navbera endamên PJAK û hêzên Îranê de, ji me re nehatiye gotin û haya me jê tune.”

Ji aliyekî din, berpirsê têkiliyên derve yên PKKê Ehmed Denîz, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, du roj e, hêzên Îran û Tirkiyeyê, li ser sînorê Herêma Kurdistanê, operasyon dest pê kirine û kîlometekê hatine nav xaka Kurdistanê.

Denîz, got, artêşa Îranê, hêzek mezin li ser sînorê xwe û Herêma Kurdistanê kom kiriye û her roj, wan deveran dide ber topan û da zanîn, ji duh ve, hêzên Îranê, derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûne û digel endamên PJAKê, şer dikin.

Berpirsê PKKyî, daxuyand, li gorî agahiyên ku ji şahidan bi dest xistine, hinek hêz û fermandeyên artêşa Tirkiyeyê jî, digel hêzên Îranê, beşdarî operasyonên li dijî wan bûne.

Tê gotin, li deverên wek Dola Kokê, Dola Eyşê, Dola Weznê, navbera hêzên Îran û PJAKê de, şerê giran diqewime.

Heta niha tu agahî derbarê kuştî yan birîndarên her du aliyan de nehatiye dayîn.

Back to top button