Pêşmerge dibin yek hêz
Kerîm Şingalî da xûyakirin ku, ji bo yekkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji berî şerê DAÎŞê proje hatibûn amade kirin. Lê Di dema şerê DAÎŞê de ev yek hate paşxistin. Lê Îro cardin proje berdewame û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hemû di bin banê wezereta Pêşmerge de dibin yek. Şingalî dibêje: Heta niha 14 lîwa yekiniyên 70 û 80 yên hêza Pêşmerge bûne yek hêz.Kerîm Şingalî derbarê qonaxên yekxistina peykerê Wezareta Pêşmerge de ji rojnamevanan re ragihand, ew çaksaziya ku wan dest pê kiriye, ji bo wê yekê ye ku hêzên Pêşmerge bibin yek hêz.Got jî: “Em di Wezareta Pêşmerge de me dest wê proseyê kiriye û ta niha 14 lîwayên Pêşmerge ji yekîneyên 70 û 80 tevlî hev bûne û bûne yek. Lê piştî hatina DAIŞê ji navçê re ew derfet nema, ji ber ku Pêşmerge mijûlî şer bû. Niha jî ew çaksazî bo yekxistina hêza Pêşmerge berdewam e.”Pirojeya çaksazî û yekxistina Wezareta Pêşmerge, pirojeyekî giştî û demdirêj e, bi mebesta dubare rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmergên Kurdistan ye û ji 35 xalan pêk tê, herwiha ji aliyê welatên Amerîka û Birîtanya û Almanya serperiştiya wê tê kirin.