Civak

Pêşmerge dest danî ser du bîrên neftê

Li nêzîkî bajarê Kerkûkê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dest danî ser du bîrên neftê û wezareta neftê a hikûmeta Îraqê jî hişdarî dide herêma Kurdistanê.

Ajansa nûçeyan a cîhanî Reuter ragehand ku, çavkaniyekê ji wezareta neftê li hikûmeta Bexdayê jê re gotiye ku, îro roja îniyê, pêşmergeyê Kurdistanê dest daniye ser du bîrên neftê li nêzîk bajarê Kerkûkê.

Li gor Reuter, pêşmergeyê Kurdistanê her du bîrên neftê; Bay Hesen û Kerkûk, xistine jêr kontrola xwe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button