Cîhan

Perinçek di derbarê Kurdistanê de pirsek ji berpirsê Çînê kir

Li paytextê Çînê li Bejingê Partiya Kominista Çînê civînek bi navê “ Jilek û rêya însiyatîfê“ li darxist û ji Tirkiye berpirsên AKP û serokê Vatan Partisiyê Dogu Perinçek beşdarê vê civînê bûn.Dogu Perinçek axavtinek kir û di axavtina xwe de pirsek ji berpirsên vî welatî kir.Perinçek got: Di vê civînê de pirsek ya min ji berpirsê Çînê heye. Tu helwestek ya partiya Kominista Çînê û berpirsên vî welatî di derbarê hewldana Amerika ya Kurdistanê de heye? Ev pirs gelekî girînge. Li Rojavayê Asyayê projeya avakirina Îsraila duyem heye. Ev rêya Bazirgani ya hevrûşimê qut dike. Welatên wek Iran, Iraq, Suriye, Tirkiye û heta radeyekî Rusya bûn yek. Bûn hevalbendên hev. Di derbarê projeya Amerika ya Kurdistanê de helwesta Çînê çîye?Pirsa Perinçek cîdî nehat wergirtin û dewsa wezîrê derve yê vî welatî mudurekî bersiva Perinçek da û got: Diplomasiya Çîne tedexûlê karê welatek din nake. Ez pisporê darayime û pirsên siyasire eleqeder nabim. Lê wek hevalê Xi Jinping gotî,em tu cara edaletê nakin qurbaniya berjewendiya. Armanca projeya  “Jilek û rêya însiyatîfê“ewlehi û istikrara hemû welataye.

Back to top button