Berdevkê Pentagonê Serfermandar Patrick Ryder bi daxuyanîyekê di derbarê şerê li Dêrezorê de ragihand ku ewê di şerê li dijî DAIŞê de hevkarîya xwe ya bi Hêzên Sûrîyeya Demokratîk re berdewam bikin.
Berdevkê Pentagonê Serfermandar Patrick Ryder, di civînek çapemeniyê de diyar kir ku ew bûyerên li herêma Dêrezorê ya Sûrîyê ji nêz ve dişopînin.
Ryder got ku ewê bi hevkarên herêmî û navneteweyî re ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûrîyê xebatên xwe bidomînin û got: “Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li gel hevkarên herêmî û navdewletî wê li ser karê têkbirina DAIŞê berdewam bin. Wek ku min hefteya borî jî got, dûrketina ji vî karê krîtîk dikare bêîstiqrarîyê çêbike û rê bide vejîna DAIŞê”.
Generalê Amerîkî di derbarê hevkarîya xwe û HSD de jî got: “HSD di têkbirina DAÎŞê de rolek girîng lîztiye. Xebata me ya bi HSDê re tenê li ser têkbirina DAIŞê ye”.