Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) da xûyakirin ku, bingeyên hêzên wan li Hewlêr bûne armanca êrîşê fûzeyan. Li gora daxûyaniya Pentagon 14 fûzeyên Rusî yên Katyusha hatine bi karanîn.
Berdevkê Pentagonê John Kirby da xûyakirin ku, 14 fûzeyên Katyusha li bingeyeke hêzên wan li Hewlêrê ketin û di encamê de kesekî ku bi girêbest kar dike hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn ku yek ji wan leşkerekî Amerîkî bû.
Ji aliyekî din ve, grûpeke çekdar a ser bi Îranê ve ya bi navê “Seraya Ewliya El-Dem” berpirsatiya xwe di ber wê êrîşa mûşekî de ragihand.
Şeva borî Hewlê rastî êrîşeke mûşekî hat, piştî êrîşê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîtekê de ew êrîşa mûşekî bi tundî şermezar kir û ragihand, “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”