Cîhan

Penaberên Kurd greva birçîbûnê dene

Grûpek ji penaxwazên Kurd û Îranî ku nerazîne ji reftar û tevgerên Swêdê li rêkefta 14 şubatê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.

Penaberên Kurd û Îranî li bajarê Gothenburga Swêdê grevê girtine û heta niha hîç aliyekî peywendîdar bi hawara wan ve neçûye.

Li gor daxuyaniya penaberan li keşuhewayekî gelek dijwar de dijîn û hîç pêdiviyeke wan yên germkirinê li vê demsala zivistanê de nîne û penaxwaz daxwazê ji rêxistinên mafê mirov û medyayê dikin ku bi hawara wan ve biçin.

 

Back to top button